Doh û pêr li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) di siyaseta navxweyî de mijara sereke Kurd bûn. Kongreyê pêşnûma qanûnek doh erê kir ku pê biryara serokê DYE´yê Donald Trump a vekişîna ji Sûriyê rûreş kir û lîsteyeke cezakirinên dijwar li dijî Tirkiyeyê erê kir. Di heman kêliyan de civîna kabîneya Trump a ewlekariya neteweyî hebû ku tê de seroka senatoyê Nancy Pelosi jî hazir bû. Ji ber helwêsta “teredînî” ya Trump Pelosi û senatorên din ên demokrat ji civçînê rabûn û derketin. Wan diyar kir ku Trump di civînê de tiştên kelevajî yên weke, hin DAIŞ´î komunîst in bi kar anîne. Heman rojê nameyeke Trump ji dîktatorê qirker ê Tirk Erdogan re nivîsandî jî derkete holê ku 9´ê Cotmehê ji Erdogan re dibêje, “nebe ehmeqek”.

Pêr li Meclîsa Nûneran a DYE´yê (Kongre) pêşnûma qanûna serokê Komîsyona Têkiliyên Derve  Eliot Engel ê demokrat  endamê komîsyonê yê komarxwaz Michael McCaul kete ber dengdanê. Kongreyê ev pêşnûma qanûna her du partiya li dijî 50 dengî bi 354 dengan erê kir. Heger ev pêşnûma biçe senatoyê û bi heman rengî bê erêkirin wê zehmet be ku Trump red bike û ev qanûna cezakirina Tirkiyeyê dikare bi cih bê.

Senato jî hazir e

Li gorî vê pêşnûma qanûnê, biryara Trump a vekişnadina eskeran ji bakur û rojhilatê Sûrî tê rûreşkirin û ceza û mueyîde li ser rayedarên Tirk û wan bankayên elaqeya wan bi sektora sîlehan dewleta Tirk re heye, tên ferzkirin.

Pêşnûme qanûneke dişibe vê doh dema nûçeya me dihat amadekirin, çav li rê bû li senatoyê bikeve ber dengdanê. Ka gelo wê heman metn ji bo senatoyê jî bê tercîhkirin nayê zanîn. Lê ji bo ev pêşnûma lê bibe, divê senato jî heman metnî erê bike.

Di vê pêşnûmayê de tê xwestin ku tavilê cezayên ji ber kirrîna Tirikiyeyê ya muşekên S-400 ên Rûs jî bi cih bên anîn.

Di civîna ewlekariya neteweyî de pev çûn

Di civîna kabîneyê ya li Qesra Spî de ya li ser Ewlekariya neteweyî de ku seroka senatoyê Nancy Pelosy ji ber ku “Serok ji ser hişê xwe çû” beriya dema bi dawîbûna civînê, ji civînê derket. Diyar e di dema civînê de mijara vekişandina eskerên Emerîkî ji Bakur û Rojhilatê Sûrî jî hatiye minaqeşekirin. lewma Pelosî û demokratên pê re got, serokê DYE´yê gotinên kelevajî yên weke hin DAIŞ´iyên komunîst jî bi kar anîne. Di heman civînê de li gorî hin agahiyan, Trump nameya xwe ya 9´ê Cotmehê ji Erdogan re jî nivîsiye daye kesên di civînê de hazir.

Di vê nameyê de Trum dibêje, heger tu bi rêyên insanî pirsgirêkê çareser nekî, ez ê aboriya Tiriyeyê rûxînim. Ew pêşniyazî Erdogan dike nebe “Ehemeqek.”

 

WASHINGTON