Li Belçîka, Elmanya, Swêd û Hollandayê, Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd û Meclîsên Gel kongreyên xwe yên salane pêk anîn.

BELÇÎKA: Meclîsa Gel a Belçîkayê kongreya xwe ya salane li bajarê Lîege yê Belçîkayê bi beşdariya 100 delegeyî pêk anî. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, dîwana ji 3 kesan hate hilbijartin û siyasetmedarê Kurd Fûat Kav lê axivî. Kav destnîşan kir, cudahiya sereke ya PKK’ê ji tevgerên din ên li cîhanê ew e ku bi berpirsyariyên teorîk û pratîkî radibe. Di kongreyê de Zerîfe Yonden û Erkan Polat weke hevserokên nû hatin hilbijartin. Piştî hilbijartina rêveberya nû, kongre bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” qediya.

WÛPPERTAL: Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a bajarê Wûppertal ê Elmanyayê, kongreya xwe ya 4. a asayî lidar xist. Hevserokê eyaleta NRW a NAV-DEM’ê Halît Taşkiran, nûnerê MLPD’ê Helmût Bohmler, nûnerê BÎR-KAR’ê Sînan Zengîn û gelek Kurdistanî tevlî bûn. Li dû axaftinan, raporên salane yên malî û xebatê hatin xwendin, erêkirin û piştre komîsyonên meclîsê hatin hilbijartin. Ji bo Hevserokatiya NCDK a Wûppertalê jî Mûtlak Bîngol û Fatma Ozer hatin hilbijartin. Di kongreyê de Mele Tûcer jî hêjayî xelata endamê rûmetî yê komeleyê hate dîtin. 

SWÊD: Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Swêdê, duh kongreya xwe ya 3. a asayî lidar xist. Ji çar aliyên vî welatî delegeyên ji komeleyên endam beşdarî kongreyê bûn, ku li bajarê Vasterasê pêk hat.  Ji bo serokatiya heyeta dîwana kongreyê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç, ji Yekîtiya Jinê ya Sara ya Swêd Ferah Bozcali û Hevserokê NCDK a Orebro Ridvan Altûn hatin hilbijartin. Yuksel Koç piştî deqeyeke rêzgirtinê axivî û rewşa li Rojavayê Kurdistanê, referandûma li Bakurê Kurdistnê û Tirkiyeyê, grevên birçîbûnê yên zêdeyî 60 rojan dewam kirin û çalakiyên piştevaniyê yên Kurdistaniyên li Ewropayê nirxand.

Piştre raporên maliye û xebatê hatin xwendin û di awiyê de jî Mûazzez Batte û Hamît Bîten ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.

HOLLANDA: Konseya Civaka Demokratîk a Kurd li Hollandayê (DEM-NES) bi beşdariya 200 delegeyan kongreya xwe ya 3. lidar xist. Kongre li bajarê Den Haagê pêk hat û nûnerên HDK-Ewropa, TJK-E axivîn û rewşa dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê nirxandin. Di dawiya kongreyê de hilbijartin hate kirin û Aydin Batman û Aliye Zengîn ji bo Hevserokatiya DEM-NED’ê hatin hilbijartin. 



NAVENDA NÛÇEYAN