DÛÎSBÛRG: Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê, navenda Civaka Demokratîk a Kurd kongreya xwe ya 2. lidar xist. Kongreya ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, bi beşdariya 150 delegeyî pêk hat. Ji bo dîwana kongreyê de Kenan Ayaz, Niyazî Oztaş û Yekbûn Alî hatin hilbijartin. Di kongreyê de komîsyonên rêxistinî, aştî û lihevkirin, jin, ciwan, civak, çand û huner, dîplomasî, burokrasî, weşan û çapemenî, malbatên şehîd û windahiyan, yekîtiyên baweriyan, ziman û perwerde, PYD, dîsîplîn û çavdêrî hatin avakirin. Ji bo Hevserokatiya Navendê jî Sefkan Serhat û Rojîn Edealî hatin hilbijartin.


BERGÎSCH GLADBACH:  Li bajarê Bergîsch jî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kongreya xwe ya duyemîn lidar xist. Kongre bi beşdariya 100 delegeyî li salona Lerbacherê pêk hat. Rojnamevan Halîl Dalkiliç li kongreyê peyivî û anî ziman ku li Rojhilata Navîn ev 100 sal in hêzên emperyalîst destekê didin rêxistinbûyînên bi şêweyê statuko û dîktatoriyê. Dalkiliç her wiha bal işand ser hilbijartinên 7'ê Hezîranê û anî ziman ku hilbijartin ji bo pêşîgirtina li zîhniyetê yekparêz û zordar, firsendeke mezin e. Dalkiliç destnîşan kir ku divê gel dest bidin hev û ji bo ji AKPê rizgar bibin di bin sîwanê HDP'ê de bicivin.

Paşê rapora xebatê ya salekê hat xwendin û meclîsa ji 30 kesî ya ji komîsyonên rêxistinî, bawerî, aştî û edalet, malbatên şehîdan, têkiliyên derve û PYD'ê hatin avakirin. Ji bo Hevserokatiya Navendê jî Zeynep Kardag û Alîşer Sayan hatin hilbijartin. 


ESSEN: Li  Essenê jî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kongreya xwe lidar xist. Di kongreya li salona civînê ya navendê de bi sedan kes amade bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê endamê KNK'ê Îsmet Kem, ji komîsyona Dayikên Aştiyê Nazîre Gultekîn û endamê Meclîsê Ramazan Satilmiş ji bo dîwanê hatin hilbijartin.

Ki kongreyê de 22 jê jin 73 endamên Meclîsê yên ji komîsyonên dîsîplîn, kontrol, jin û baweriyan hatin hilbijartin. Ji bo Hevserokatiya Navendê jî Mevlude Ekîncî û Nûrettîn Akkûş hatin hilbijartin.


HAMBÛRG: Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hambûrgê kongreya xwe ya duyemîn lidar xist. Kongreya bi beşdariya zêdeyî 300 delegeyî, li Zanîngeha Hambûrgê pêk hat. Di kongreya ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de nûnerê NAV-DEM'ê Ahmet Çelîk rewşa dawî ya siyasî nirxand. Kongre bi xwendin û nîqaşa raporên xebatê û maliyeyê dewam kir. Paşê endamên komîsyonên xebata salekê bimeşînin hatin diyarkirin. Li gorî vê yekê komîsyonên rêxistinî, perwerde, Rojava, aştî û lihevkirin, ciwan, çapemenî û weşand, çand, malbatên şehîdan û baweriyê de zêdeyî sed kes wê cih bigirin. Ji bo Hevserokatiya Navendê jî Hatîce Kaya û Abûzer Bîlenler hatin hilbijartin.


ESSLÎNGEN: Li  Esslingenê,Navenda Civaka Kurd a Demokratîk 4. Kongreya xwe ya asayî pêk anî. Kongreya mijara gotinê,pêr saet 14:00 an de bi tevlîbûna gelek Kurdistanî û delegeyan pêk hat. Di kongrê de, rewşa dawî ya li ser hilbijartinan jî hate nirxandin. Kongre piştî axaftin û xwendina peyaman, bi xwendina rapora xebatên salakê a giştî û aborî ji aliyê hevseroka meclîsê a berê Silvîa Tolu ve hate xwendin berdewam kir. Piştî xwendin û nirxandinê li ser raporan, beşa hilbijartinê pêk hat.Di hilbijartinan de, meclîseke di navde neh komisyon û ji 38 kesan pêk hat.


KOPENHAGEN:  Komeleya Jinên Kurd a li Danîmarkayê, kongreya xwe ya sala 2015'an lidar xist. Di kongreyê de rêveberiya ji 15 kesan diyar bû. Her wiha komîsyonên civakî, têkiliyên derve, rêxistinî, bawerî û malbatên şehîdan hatin avakirin.