Li bajarê Saarbrucken a Elmanyayê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) kongreya xwe a duyemîn pêk anî. Di kongreyê de hat xwestin ku ji bo HDP di hilbijartinên 7’ê hezîranê de bendê derbas bike, divê her kes xebatê bimeşîne. Kongreyê ji sedî zêdetir delege beşdar bûn.
Siyasetmedarê Kurd Ahmet Aktaş beşdarî kongreyê bû û diyar kir ku kongre di meheke pîroz de pêk tê û got: “Kongre ji bo me Kurdan mehek pîroze. Me gelek şehîd di vê mehê de oxir kirin. Di heman demê de ji bo şoreşgerên Kurd jî girîngin. Denîz, Mahîr, Kaypakkaya di vê mehê de gihiştin şehadetê."
Aktaş balkişand ser hilbijartinan û da zanîn ku derbaskirina bendê ya HDP’ê wê rê li ber siberoja Tirkiyeyê veke û got, di vê mijarê de bar dikeve ser milê her kesî. Di kongreyê de meclîseke ji 45 kesan hat hilbijartin.
Li bajarê Elmanyayê Kaîserslaûternê ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurdan a Mezopotamya kongreya xwe li dar xist. Di kongreyê de rêvebîriya nû hat hilbijartin.
Di kongreyê de ji rêveberên NCDK li Elmanyayê Bahattin Dogan bal kişand ser girîngiya Hilbijartinên 7´ê Hezîranê û banga bikaranîna dengan di hilbijartinan de kir ku wê heta 31´ê Gulanê li Elmanyayê dewam bike. Dogan got, "em Kurd, em ê bi HDP´ê mirovan ji xewê rakin. Ji bo vê jî divê em siyasete xurt bimeşînin. Kurdên ku siyasetê baş bi kar bînin wê azadî û mafên xwe yên sereke bi dest bixin."
Qederê 150 kesî amade bûn, piştî xwendin û nirxandina raporên xebatê, 40 kes ji bo meclîsê û deh kes jî ji bo birêveberiya navendê hatin hilbijartin. Hevserokên Navendê êdî Baldan Yaraz û Ayhan Çîftçî ne.
SARBRÛCKEN/KAÎSERSLAÛTREN