Ji bilî live-streamê, konserên zindî, festîval û showên muzîkê yên zindî di dema krîza ji ber vîrusa koronayê de neman. Li Elmanyayê, heta demekê mirov dikare pêş bibîne jî wê konser nikaribin bên dayîn. Hikûmeta Federal qedexeyeke çalakiyên mezin daniye. Lê hêdî hêdî, fikrên nû derdikevin meydanê. Yek ji van konserên li sînemayên ji bo erebeyan e. Yanî mirov wê bi erebeyên xwe biçin cihê konserê û di nava erebeyên xwe de li konserê bihisînin. Rapvanê Kurd ku bi Elmanî rapê dike, Haftbefehl yek ji yên pêşî ye ku wê wisa konserê bide. Ew konsera xwe li bajarê Hannoverê 28´ê Hezîranê saet 20:00´an dide. Di konsera li Schuetzenplatz Hannoverê de di her erebeyê de herî zêde du kes dikarin hebin. Wekî din tevdîrên xweparastina ji vîrusa koronayê wê li cihê konserê lê bin: divê erebe herî kêm metroyek û nîvê dûrî hev bin. Pencere û ser erebeyan divê girtî bin û bilet divê online bên kirrîn û li malê bên çapkirin û ji pencereyên girtî di ketina cihê konserê de karibin bên skenkirin. Xwarin jî wê li cihê konserê neyê firotin.  HANNOVER