NÇM bi boneya alîkarî û piştevaniya gelê Cizîr, Nisêbîn û Sûrê, xwest di 18’ê Îlonê de bi slogana “Ji Cizîrê heta Nisêbînê, em bi azadiya xwe, Sûrên Jiyanê ava bikin” wê konserê li dar bixe.
Lê dewleta Tirk bi destê Walîtiya Izmîrê bi hinceta Rewşa Awarte, konser qedexe kir. NÇM’ê li avahiya xwe daxuyanî da û biryara walîtiyê şermezar kir. Di civîna çapemeniyê de Hevserokên HDP’ê yên Izmîrê amade bûn. Hunermenda NÇM’ê Leyla Akcan, diyar kir ku wekî hunermendên NÇM’ê, ew vê biryarê şermezar dikin û ev qedexe tê wateya gedexeya alîkariya ji bo gelê Cizîr, Sûr û Nisêbînê.
ÎZMÎR