Walîtiya Edeneyê ya dewleta Tirk, bi hinceta “ewlehiya cemaweriyê” konsera hunermendên NÇM’ê qedexe kir.
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajarê Edeneyê û Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) a bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin, xwestin di 16’ê Kanûnê de li Navenda Çandê ya Yaşar Kemal konserê organîze bikin. Hunermend Serhat Çarnewa, Pinar Aydinlar û Kadîr Çat dê derketana ser dikê. Walîtiya Edeneyê bi hinceta “pergala cemaweriyê û elehiya mal û canê mirovan dixe tehlûkeyê” qedexe kir. Li dijî astengkirinê DBP û NÇM’ê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya navçeya Seyhanê daxuyanî da çapemeniyê.
Rêveberê DBP’a Edeneyê Hayrettîn Oz diyar kir ku walîtiyê berê destûr daye konserê û pişt re jî bi rêya polîsan asteng kiriye: “Em van pêkanînên antî demokratîk qebûl nakin. Walîtiya Stenbolê destûr dide konsera NÇM’ê ya li Stenbolê. Lê Walîtiya Edeneyê destûr nade. Ev rewşeke nakok e. Walîtiya Edeneyê konsera me bi awayek kêfî qedexe kir.”
Şukran Efeturk jî li dijî biryara qedexekirina konserê got, “Ev biryar qedexekirina çand û zimanê Kurdî ye. Em vê biryara walîtiyê şermezar dikin û qebûl nakin.”
EDENE