Hunermendên Botan TEV-ÇAND û Navenda Çanda Mezopatma ya Stenbolê bi hevkariyê li taxên Cûdî, Sûr, Nûr û Yafesê ji bo du rojan atolyeyên muzîk, resîm, şano û xebatên hunerê dan destpêkirin. Hunermendên ji Tirkiye û Kurdistanê hatin, li gel ciwan û zarokan wêne xêz kirin û stran gotin. Gel eleqeyeke mezin nîşanî atolyeyan da. Pêr êvarî jî li taxa Cûdî bi tevlîbûna deh hezaran kesî konser hat lidarxistin. Konsera bi slogana "Em dê bi çanda azad jiyana azad ava bikin" pêk hat. Konsera ku ewlehiya wê ji aliyê ciwanên taxê ve dihat misogerkirin, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Paşê, Hevserokê Meclisa Gel a Demokratik Mehmet Tunç û Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratik Asya Yûksel axivîn. Di axaftinan de hate gotin ku xweseriya demokratîk wê bibe sedama aşitî û azadiyê.


Bi hevre Herne Pêş gotin

Piştî axaftinan Emege Ezgi, Mikail Aslan, Golgedekiler, Serhat Kural, Zelal Gokçe, Nurcan Degirmenci û Ferhat Tunç derketin ser dikê û Cizîriyan li ber stranên hûnermendan heya derengî şevê  tevî barana zêde jî govend gerand.  Di dawiya konserê de hemû hûnermendan bi hev re marşa Herne Pêş got. 


 ŞIRNEX