
Konseya Aştiyê ya Swêdê, ku rêxistina sîwanî ya 11 komeleyên aştiyê ye, nameyek ji Hikûmeta Swêdê, Desteya Wezîran a YE û Dîwana Edaletê re şand û xwest, Ocalan û girtiyên siyasî bên berdan û PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' were derxistin.
Name bi îmzeya Seroka Giştî ya Konseya Aştiyê ya Swêdê Agneta Norberg hate şandin.
Di nameyê de hat ragihandin ku têkoşîna Kurdan a ji bo jiyana bi hev re ya gel û baweriyên cuda û rizgariya jinê, encamên erênî bi xwe re anîne û bal hat kişandin ser zext û zordariya zalimane ya Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan.
Norberg bi bîr xist ku piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployeke navneteweyî hate girtin, zexteke giran a psîkolojîk û fîzîkî lê hate kirin û got, "Têkildarî jiyan û tenduristiya Ocalan, em di nava fikarên mezin de ne."
Norberg diyar kir, parlamenterên HDP'ê û hevşaredar hatine girtin û wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê pêwîstiya hêzên demokratîk û gelê Kurd bi piştgiriya me heye. Em dixwazin Ocalan û hemû girtiyên siyasî bên berdan." Agneta Norberg bang li CPT´yê kir, ku Ocalan û girtiyên siyasî bi tenê nehêle û li ber pêkanînên zalimane rabe.
Di dewama nameyê de ev bang hat kirin: "Em bang li hemû kesayet, sazî û parêzvanên mafên demokratîk û gerdûnî, azadî, edalet, aştî û mafên mirovan dikin, ku mafên gelên Kurd û Tirk biparêzin û pêkanînên kêfî yên Erdogan û AKP'ê ku li dijî kesên mîna wan nafikirin dikin, şermezar bikin." Norberg wekî din xwest, PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' were derxistin.
ANF / STOCKHOLM