Di kombûnê de li gorî rojeva destnîşankirî, rewşa siyasî ya Kurdistanê ya Rojhilata Navîn û ya Cihanê bi berfirehî hat guftûgokirin û şîrovekirin. Civata Giştî ya 15. bi xwe jî hat nirxandin. Di civînê de kar û erkên xebata KNK´ê hatin kifşkirin û li endaman hatin parvekirin, komîsiyon û komîteyên pêwîst hatin avakirin. Piştre li gorî pêşniyazên ku di Civata Giştî de hatibûn pêşkêşkirin, plansaziya xebatên dema pêş hat amadekirin.
‘Dengê xwe bidin HDP´ê’
Di dema nirxandina rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn û Kurdistanê de KNK´ê banga destekkirina HDP´ê kir. KNK´ê îşaret bi komkujiyên li navçe û bajarên bakurê Kurdistanê kir û got, „Gelê me li bakur, êdî ne mumkin e ku xwedî li doz û hebûna xwe dernekeve. Em di wê bawerîyê de ne ku bi rêya demokrasiyê û dengdanê, vê carê jî, wê gelê me destketiyên mezintir bi dest bixe û dewletê neçar bike û bîne ser rêya diyalogê. KNK, li Bakur bang li Gelê Kurd û Kurdistaniyan, li hemû kesên azadîxwaz û demokratxwazên Tirkiyê dike ku di roja 1´ê Mijdarê de biçin ser sindoqên hilbijartinê û dengên xwe bidin HDP´ê.“
KNK´ê îşaret bi girîngiya dengên li Ewrûpajî kir û banga xwe weha domand:
„KNK her wiha di serî de bang li gelê me yê li Ewropayê û li derveyî welêt dike ku heta 25´ê Mijdarê biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin HDP´ê.“
Piştgiriya biryara bêçalakîtiyê ya KCK´ê
KNK´ê komkujiya li enqerê jî şermezar kir û desteka xwe da biryara rawestandina çalakiyan a KCK´ê û bang li Dewleta Tirkiyê kir ku êrîş û operasyonên xwe rawestîne, da ku derî li pêvajoya çareserîyê vebe. KNK´ê li ser mijarê weha dewam kir: „Ji bo selametiya pêvajoyê û gihiştina armanca lihevhatinê, di sêrî de divê Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtîyên polîtîk bên serbestberdan.“
‘Serweriya qanûnî qebûl bikin’
KNK´ê elaqedarî krîza li Başûrê Kurdistanê jî got, rewşa aborî ne baş e û tehlûkeya DAIŞ´ê li devê deriyê û weha pê de çû: „Ev rewşa han bi ti şêweyî xizmetê ji doza civak û xelkê Kurdistanê re nake! … Ji ber vê hindê aramkirina rewşê û guhdana daxwazîyên xelkê, ji bo berpirsîyarên serdariya hikumet û alîyên beşdar tê da, erkeke dîrokî, netewî û niştîmanî ye.“
Civîna Konseya Rêveber a KNK ê, li ser vê rewşa li Başûr rawestiyahin biryarên giring girtin. Di destpêka van biryaran de jî daxwaza li desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê ye da ku di warê qanûn, destûra bingehîn û babetên di nava Herêma Kurdistanê de, serwerîya yasayê pêk bîne û daxwazên Xelkê bêyî qeyd û şert bi cih bîne.
KNK reftarên derveyî qanûnê red dike, ji bo çareserîyê bang li alîyan dike da ku şeriyeta Parlemanê nexin cihê nîqaşê. KNK daxwazê ji partî û aliyên siyasî û pisporên welatparêz ên li Başûrê Kurdistanê dike ku pirsa destûra bigehîn û serokatiya herêmê bi giyaneke neteweyî û demokratîk bê çêkirin û di bin sîwana destûrê de hemû pirsgirêk bên çareserkirin.
Dabeşkirina wezîfeyan
Konseya Rêveber a KNK´ê di nav xwe de kar dabeş kir. Li gorî vê, cihgirên hevserokên KNK´ê, Komisyona Karê Derve, Komisyona Ziman û Perwerdeyê, Komisyona Jinan, Komisyona Xweza û Jîngehê û Komîteya Ragihandinê, Komîteya Darayî û Komîteya Mafê Mirovan, bi rengê li jêr hatin erkdarkirin:
Cihgirên hevserokên KNK´ê: Şehla Hefîd – Tahîr Kemalîzade Serokê Komisyona Karê Derve: Adem Uzun Serokê Komisyona Ziman û Çandê: Behzad Pîrmûsa Seroka Komisyona Jinan: Perwîn Ezîz Seîd Seroka Komisyona Xweza û Jîngehê: Zeyneb Morad Feylî Serokê Komîteya Ragihandinê: Refîq Xefûr Serokê Komîteya Darayî : Zubeyir Aydar Serokê Komîteya Mafê Mirov: Yilmaz Gunay
ANF/BRUKSEL