Li herêmeke Kîlîsê ku eskerên artêşa Tirk a dagirker ên tevlî ‘Mertala Firatê’ dibin bi rengekî demkî lê ne, şewat derket. Hat zanîn ku 10 esker ji ber dûxanê bi jehrê ketine. Bi xêra tesîra bê, şewat li devereke berfireh belav bû.
Li devera konteyniran a demkî, ku 15 kîlometreyan dûrî Kîlîsê ye, li ser rêya diçe Dîlokê ye û eskerên Tirk weke baregeheke demkî bi kar tînin, şewat derket.
Ji ber dûxanê 10 esker bi jehrê ketin û cebilxaneyên artêşa dagirker a li baregehê jî teqiya. Dengê teqînê ji navenda Kîlîsê jî hate bihîstin û dûxana ji ber şewatê jî ji bajêr hat dîtin. Hejmareke zêde ya arkujiyan hewl dide şewatê vemirînin. Bi xêra bandora bê, şewat li meydaneke fireh belav bû. Rêya li herêma şewatê jî li çûnûhatinê hat girtin. Şewatê heta êvarê dewam kir.
KILÎS