EHMED MIHEMED / ANHA/HESEKÊ

Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bandorek neyînî mezin li şerê li dijî DAIŞ`ê kir, bi taybet di aliyê kontrolkirina girtîgehan û kampên malbatên çeteyên DAIŞ`ê. Li gorî şîrovekerên leşkerî û siyasî û rayedarên Koalîsyona Navneteweyî ya şerê li dijî DAIŞ`ê êrişên Tirkiyê zemînek ji bo vegere DAIŞ`ê ava kir.

Ji bo naskirina bandora êrişa Tirkiyê yên li ser herêmê û kampên malbatên DAIŞ`ê û rewşa dawî ya li kampan berpirsa Hêzên Ewlehî ya kampên malbatên çeteyên DAIŞ`ê Roj Hesen axivî.

Roj qala tehlûkeya êrişên dewleta Tirk kir û li ser kampên ji kontrolê derdikevin peyivî û got: “Bandora êrişa Tirkiyê li herêmê mezin e. Kampa Eyn Îsayê ji bin kontrola me derket. Di encamê de tevahiya malbatên DAIŞ`ê ku koşeyek di nav kampê de jê re hatibû diyarkirin reviyan.

Jinên DAIŞ`î zarokên xwe li ser fikrê tundrew perwer dikin. Bûyerên qetilkirina koçber û penaberan ji hêla jinên DAIŞ`ê ve ranewestîne. Rojane hewldanên revînê çêdibin. Xeteriya kampa Holê heye û ne diyar e ku di kijan kêliyê de ji kontrolê derkeve.”