Şandeyeke Jinên Bakurê Kurdistanê ji bo sazkirina yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd û li darxistina komxebateke neteweyî ya jinên Kurd li Hewlêrê, serdana Jinên di nava partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de kir. 

Biryar§ e ku di 9’ê Tîrmehê de li bajarê Silêmaniyê li Şarî Ciwan Komxebateke Netewî ya jinên Kurd pêk were. Wê di konferansê de pirsgirêkên yekîtiya netewî ya Kurd û rêyên çareseriyê werin dest girtin. Jinên Kurd wê pirsgirêkên jinên Kurd yên li çar parçeyên Kurdistanê, derveyî welat û her wisa rêyên wê yên çareseriyê guftûgo bikin. Komxebat wê bi beşdariya nûnerên hemû beşên Kurdistanê pêk were.

Divê çarçoveyê de Şandeyeke Jinên Bakurê Kurdistanê ji bo amadekariyên komxebata neteweyî ya jinên Kurd, li bajarê Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê rêze hevdîtin li gel jinên di nava partiyên siyasî yên Başûr de pêk anîn.

Şandeya Jinên Bakurê Kurdistanê ya ji Parlementera Bîtlîsê ya HDP´ê Mizgîn Irgat, Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Hatîce Şahîn, Nûnera Kurdistanê ya HDP’ê Mûzeyen Gûneş û Mizgîn Ari, hevdîtin li gel berpirsyara Jinan ya PDK´ê Viyan Silêman, Berpirsyara Jinan ya Partiya Komînîst, Haja Silêman, Berpirsyara Jinên Komela Îslamî, Qûmrî Xan û berpirsyara Radyo Newa Niyaz Abdûlah kir û diyar kirin ku wê xebatên wan yên ji bo sazkirina yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd dewam bikin. 


 ROJNEWS / HEWLÊR