HPG’ê ragihand ku di çalakiya li Girê Partîzan a Heftenînê de ya ku gerîlayên wê tê de zêdetirî 20 leşkerên Tirk kuştibûn, koordîneya operasyonê jî hatiye kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakaiyan ev agahiya li jêr da:

“Berxwedana dîrokî ya hêzên me ya li dijî tevgera dagirkeriyê ya artêşa TC’ê ya dagirker 23’ê Tebaxê li dijî herêma Heftenînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, didome. Di vê çarçoveyê de roja 23’ê Tebaxê, artêşa TC’ê ku leşker danîn ser Girê Partîzan, hêzên me li dijî yekîneya operasyonê 3 çalakiyên sabotajê li dar xistin. Di van çalakiyan de gelek leşker hatin kuştin û birîndar bûn, lê hejmara timam nehate zelal kirin.

Me ji raya giştî re ragihandibû ku roja 25’ê Tebaxê di çalakiyên hêzên me yên li Girê Partîzan yên de zêdetirî 20 leşker hatibûn kuştin û birîndar bûbûn. Li gorî agahiyên dawî di van çalakiyan de fermandarê dagirker yê ku operasyon koordîne dikir li ser gir hatiye kuştin. Yekîneyên me yên ev çalakî kirî, tiştek bi wan nehat.”

Kuştiyên dagirkeran gelek in

HPG´ê di dewamê de jî ev agahiyên hanê li ser rewşa eskerî ya deverên li Başûrê Kurdistanê da: “26’ê Tebaxê piştî nîvro, bi desteka amûrên hewayî yên bêmirov û helîkoptêrên kobrayê, artêşa TC’ê ya dagirker, li qada Geliyê Pîsaxa ya Girê Sîserê leşker danîn û xwest li vê qadê tevgera dagirker bidomîne. Eynî rojê êvarê jî bi helîkoptêrên êrişê qadên Bêzenîkê û Geliyê Pîsaxa bombe kirin.

Artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Heftenînê li rasta berxwedana dîrokî ya hêzên me hat. Dagirkerên ku tenê bi alîkariya teknîka zêde dikarin leşkerên xwe bidin meşandin, li bejahiyê nikare şerê hêzên me bike û derbên giran dixwe.”

HPG´ê da zanîn ku di şerekî 24´ê tebaxê yê li Qelanîs a Êlihê de 2 gerîlayên wan şehîd bûne û ew ê paşê nasnameya van gerîlayan eşkere bike.

 

ANF/BEHDÎNAN