Li ser daxuyaniya Cîgirê Serokê Koalîsyona Niştîmanî ya Sûriye (El-Îtlîaf) Mustefa Oso ya derbarê ragihandina Rêveberiya Xweser li bajarê Girê Spî de, Kordînasyona Giştî ya her sê Kantonên Rojavayê Kuridstanê (Kobanê, Cizîrê û Efrîn) daxuyaniyek da raya giştî.


Jiyana li hotelan û bazirganî

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Rêveberiya Xweseriya Demokraîtk ji destpêka avakirina xwe ve bi dûrişmeya “Dest bi dest em bi hev re rizgar bikin û ava bikin û Sûriyeke yekbûyî ku tê de hemû pêkhate cihê xwe bigrin’ rabûye.

Daxuyaniya Kordînasyonê de hat destnîşankirin ku li ser zimanê Cîgirê Serokê wê hin daxuyanî hatin dayîn, armanc jê reşkirina rastiya heyî ya li ser erdê ye û bi vê rengî dewam kir: “Tu wateya vê yekî jî nîne, tenê diyar dike ku lawaz e û dûrî rastiyê ye ango jiyana wan a li hotelan û bazirganiya li ser xwîna gelê Sûriye nîşan dide.

Wekî Kordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Hersê Kantonên Rojava, em ji her kesî re dibêjin ku ji mafê pêkhateyên bajarê Girê Spî û hemû bajarên din ên Sûriyeyê ye ku meclîsên xwebirêvebirinê ragihînin. Em jî ji bo ku Sûriyeke demokratîk û federal ava bikin, em ê piştgiriya wan bikin.” 


 ANHA/QAMIŞLO