Kordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a hersê Kantonên Rojava daxuyaniya Serokê PDK′ê Mesûd Berzanî red kir û got, bila serokatiya herêmê li xwe vegere û bi karên xwe yên hundir re mijûl bibe.

Kordînasyona Giştî ya Rojava têkildarî daxuyaniya Barzanî ku tê de îdîa dike ku şêniyên Rojava alên PDKʹê şewitandine, daxuyanî da îdayên Barzanî, û ev daxuyanî hem red kirin û hem derewandin.

Di daxuyaniya nivîskî ya li ser malpera Kordînasyona Giştî ya Rêveberya Xwerser a Hersê Kantonên Rojava de tê gotin: ʺEv cara duyemîn e di nava salekê de serokê herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî daxuyaniyên ne di cih de ku mirov dikare bibêje bi awayekî lezok dide. Daxuyaniyan bi hesteke tund û metirsîdar dide, bi taybet dema li ser navê xwe daxuyaniyan dide û xîtabî gelê me yê bajarên Rojava dike û eşkere daxwaz dike ku gel rabe û di bin îdîaya parastina ala herêma Kurdistanê de berxwedana îsyanê bike. Em jî li hemberî tişta ku ji Barzanî derdikeve bi hîkmet û disiplîn tevdigerin da ku fitneyê vemirînin. Her wiha ji bo daxuniyên wî nebin amûr û pîlanên dijminên gelê me pêk bînin da ku derbê li yekîtî û aramiya gel bidin û ber bi zelûliyê ve bibin."

Kordînasyon rê nade fitneyê

Kordînasyonê qirêjkirina Ala Herêna Kurdistanê li Serêkaniyê, binpêkirina wê li Necefê û şewitandina wê bi destê eskerên Tirk li Şirnexê bi bîr xist û pirsî, "Çima wê demê parêzvaniya rêzdar Barzanî ranebû û gefa tolhildanê nekir. Zimanê ku Barzanî di daxuyaniya xwe ya dawî de bi kar anî bi giştî tê redkirin û weke gotinên kesayetekî ne raşid û tova fitneyê di nava civaka Kurd de bi firehî belav dike ne, ev tişt jî tenê di berjewendiya dijminên gelê me de ye, dijminê ku bi hev re tevdigerin û xêrê ji me re naxwazin."

Em rêzdar in ji sembolên Kurd re 

Kordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweser a hersê Kantonên Rojava destdirêjiya Barzanî ya nava karûbarên hundir a Rojava red kir û got, "Em dibînin ku tişta ji wî hatiye, handaneke eşkere ya fitneyê ye di navbera gelê Kurd û Tevgera Siyasî ya Rojava de. Em bang li Barzanî dikin ku li xwe vegere, rêya rast bigire, hekîm be û sînorê xwe jî baş nas bike.

Em wek Kordînasyona Giştî ya hersê Kantonên Rojava ku xwedî serweriyeke niştimanî mezin e, em ji hemû sembolên niştimanî yên Kurd û Kurdistanî yên gelê me û gelê din re rêzê digrin û li ber giyana Şehîdên gelê me bejna xwe ditewînin, em ti carî rê nadin ti kesî ku kiryarên kesayetî ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne." 

Nûçeya şewitandina alê derew e 

Kordînasyonê da zanîn ku nûçeyên li ser şewitandina alê li Amûdê derew in û got, "Ew tenê destpêka komployekê ye li dijî Rojava, em hêvî nakin ku serokatiya herêmê fitîla vê komployê vêxîne, û em hêvî nakin ku hin kes hebin  ku tova fitneyê di nav zarokên gelê me de belav bikin.

Em serokatiya herêmê şîret dikin ku li xwe vegere û bi karûbarên xwe yên hundir re mijûl bibe. Destwerdana karûbarên gelê Rojava neke û li ser gotinên hatine kirin jî bi paş ve gava xwe bikêşe, ji ber ku ew dê metirsiyê bi xwe re bîne û dê tenê di berjewendiya dijminên gelê me de be.ʺ


 NAVENDA NÛÇEYAN