Ji ber vîrûsa Korona ku li Çînê derkete holê, hema bêjin temamiya wan li Çînê zêdeyî 800 kes mirin.
Li gorî daxuyaniya Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî ya Çînê, ji ber vîrûsa nû ku navê 2019-nCoV lê hatiye kirin, 89 kesên din jiyana xwe ji dest dan.
Ji ber vîrûsê li Çînê 811 kesî jiyana xwe ji dest da. Li Hong Kongê kesek û li Filipînê jî kesekî jiyana xwe ji dest da. Bi vî rengî hejmara mirovên ji ber vîrûsa Korona jiyana xwe ji dest dan ji ya vîrûsa Sras derbas kir ku di navbera salên 2002-2003’an de li tevahiya cîhanê 774 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.
Heta roja Yekşemê, herêmên xweser ên Hong Kong û Macao ne di nav de, li Çînê 37 hezar û 200 kes bi vîrûsa Korona ketin.
Şewb li cîhanê jî belav dibe. Li derdora 30 welat û herêman zêdeyî 320 kes bi vîrûsê ketine. Li Fransayê 8’ê Sibatê roja Şemiyê pênc kesên din ên bi vîrûsê hatin tespîtkirin. Ev hemû jî welatiyên Îngilîz in, ku çar ji wan mezin in û yek jî zarok e. Li Fransayê hejmara kesên bi vîrûsê ketine 11 kes in.
NAVENDA NÛÇEYAN