Koronayê sînemaya erebeyan jinûve populer kir
Sînemaya Erebeyan, gelek ji me ji filmên Emerîkî wê nas dikin. Di salên 1960’î de li Emerîkayê belav bû. Piştî şewba ji ber vîrusa koronayê ji ber ku sînema hatin girtin, sînemaya erebeya ji nû ve populer bû. Nexasim jî li Elmanyayê ji ber ku ji hundirê erebeyê li filman tê temaşekirin, “xwejihevdûrkirina civakî” nayê binpêkirin. Li Elmanyayê îro roj 20 navendên sînemayên wisa hene.
Li Elmanyayê hin şert hene ku mirov bi erebeya xwe karibe bikeve sînemayê: bilêt online tên firotin. Herî zêde du kesên ji 14 salan mezintir di erebeyekê dibin. Sîstema deng di ser radyoyên di erebeyan de tê hal kirin. Radyo nebe jî di erebeyê de mirov dikare kirê bike. Mezinahiya ekranan jî li pirraniya cihan 24 metro firehî û 10 metro jî bilindahî ye.
Cihên hê dixebitin li Elmanyayê
Xwediyê şirketeke tamîr û miqatebûna li erebeyan Richard Hollingshead 6’ê Hezîrana 1933’yan ji bo hemşehriyên xwe yên New Jersey-Camdenê sînemayeke li derve vekir, yanî banê wê nebû. Yanî çîroka van sînemayan jî hingê dest pê dike.
Îro qederê 20 sînemayên erebeyan ên dişixulin hene li Elmanyayê. Ji van yên herî sereke jî ev in: Frankfurt-Gravenbruch, Berlîn, Koln-Porz, Essen-Bergeborbeck, Leipzig, Kruden (Sachsen-Anhalt), Sturrgart-Kornwestheim, Munchen-Aschheim, Rugen-Prora. NAVENDA NÛÇEYAN