Komeleya Çandê ya Dîcle Firat a li Amedê xebatên xwe bi rê ve dibe, bi kursên enstrumanan zarokên bi muzîkê dide naskirin. 8 zarokên ku li komeleyê kursa erbaneyê dibînin, di encama perwerdeya ku dîtin de Koroya Erbaneyê ya Zarokan ava kirin. Zarokên ku temenê wan di navbera 8-14'an de ye dema derdikevin dikê bala mirovan dikişînin û rastî eleqeyeke zêde tên. Hîndekara kursê Menîce Kuday diyar kir ku zarok pir girîngiyê didin enstrumanan û koroya zarokan niha gihiştiye asteke profesyonelî. Kuday wiha berdewam kir, "Zarok pir ji enstrumanên xwe hez dikin. Piştî perwerdeyeke 3 mehan profesyoneltiya zarokan di nav gel de bi awayekî muezzem hat pêşwazîkirin. Em jî ji vê pir kêfxweş bûn." Kuday sedema ku zarok di demeke kurt de ev qasî pêş ketin jî wiha dinirxîne: " Du sedemên wê hene. A yekemîn, enstruman qet ji destê wan dernediket. A duyemîn, dema enstruman bi kar dianîn difikirîn. Cimbişa Hunermend Aram Tîgran difikirîn."

Kuday, da xuyakirin ku wek komele ji serketina zarokan kêfxweş in û ev xusûs nîşan da: "Di komeleya me de xebatên 2 koman berdewam dikin. Em wek hîndekar heta ji me tê em hewl didin zarokan baş perwerde kirin. Em bi serketinên wan ser bilind dibin." Kuday axaftina xwe wiha bi dawî kir, "Zarok xwe wek hunermend dibînin. Gel ji wan hez dike. Bi taybet Dîcle Yildiz a 8 salî ji aliyê temaşevanan pir tê hezkirin. Hem li erbaneyê dixe û hem jî klamên Karabetê Xaço dibêje."

AMED