Piştî ku BDP'ê li Dêrsimê şaredari bi dest xist û Şaredariya Dêrsimê di bin baneyê xwe de navenda Çanda Ciwanan ava kir. Navenda Çand ciwanan, Navenda Çandê dest bi xebatên huner û çandê kir. Navenda Çanda Ciwanan ji bo zaravayê Kirmanckî yê Kurdî ku ji aliyê UNESCO ve weki zimanê rewşa wî talûke nas kir û xwest bê parastin bi nav kir, dest bi xebata parastin û pêşxistina ziman kir. Navenda Çanda Ciwanan, Di 320 kesên temenê wan di navbera 7 û 40 salî perwerde dike. Navenda Çandê di atolyeyên perwerdehiyê de dersên gîtar, tembûr, bilûr, ney, keman, erbane, darbuka, bongo, kaval, resîm, şano reqs folklor û gelek beşên din nîşanî welatiyan dide. Li navenda çandê hefteyê 7 rojan qursên dersên çand û hunerê tên dayîn. Navenda Çanda Ciwanan xebama we ya lerî baş sala par koroya muzîkê ya zarokan amade kir. Piştî albuma Koreya Omedya Mestu ku ji aliyê zarokên temenê wan 9-14 salî ve hate amadekirin, niha jî bi tevlêbûna 20 kesên di koroya zarokan de yekem car koroyla dimilkî ya jinan bê amadekirin Qeyda koroyê ji aliyê Zele Mele (Mehmet Ali Guler) hate destpêkirin dê di rojên pêş de temam bibe.  Koroya Koma Wenge Awê ku yekem car bi dimilkî ji aliyê jinan ve bi dimilki tê amadekirin, ji xwendekar, karmen û gelek kesên din pêk tê. Yekemîn koroya dimilkî ya jinan dê di rojên pêş de xebatên xwe berdewam bike. Koroya jinan a dimilki dê dê yekem di Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê de derkevin pêş. 

DÎHA/DÊRSIM