Di konserê de hevaşaredarê Êlihê Sabrî Özdemîr, heserokên Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Êlihê Zelîfe Bulut, Azîz Turay, rêveberên Egîtîm Sen, bi sedan endamên Egîtîm Sen û welatî amade bûn. Li salonê pankarta "Hûn bi xêr hatine çalakiya koroya pirzimanî" hate daliqandin û ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest daye deqîqeyek rêz hate girtin. Balkêş bû cih li salonê nema û gelek welatiyan li ser piyan li konserê temaşe kir. Beriya konser dayînê hevserokê Egîtîm Sen'ê Azîz Turay, diyar kir ku koroya wan a pirzimanî ji serê salê ve xebatên xwe dide meşandin û wiha got: "Xebatên me wek ên sendîqayê her tim ji bo çand û zimanan jî didomin. Ji bo ku li ser vê axê û li her deverê çand û ziman bêtir hêsan bê axaftin em ê xebatên xwe berdawam bikin."

Piştî axaftina Turay, Koroya Pirzimanî ya ku ji 19 kesan pêk tê derket ser dikê û stranên xwe yên bi 10 zimanî gotin. Di Koroya Pirzamanî de staranên zimanên wek; Kurdî, lazkî, erebî, ermenîkî, azerîkî, tirkî, farisî, romanîkî û gurcîkî cih girtin. Koroyê bi dilgeşiyek mezin staranên xwe stirîn û temaşevanên xwe rûken kirin û şevek bêhempa ji bo wan dan hiştin.
Piştî konser dayînê hevşaredar Sabrî Ozdemîr jî axivî û da zanîn ku ew wek gelê Kurd pirzimaniyê didin parastin û wiha got: "Me her tim pirzimanî parast. Pirzimanî û pirçandî dewlemendiya me ye. Ji bo ku Egîtîm Sen'ê hûnerek wiha ava kiriye û vê diyariya xwe mîzîkê bi me re parve kir em xwe ji wan re deyndar dibînin. Ji bo keda hemû hevalan ez wan pîroz dikim."

DÎHA/ÊLIH