Piştî 29 salan ji karê şîrketên petrolê, Ebû Şîrbêl teqawît dibe û hîn zêdetir bi pîşeya xwe re mijûl dibe. Li bajarê Dêrikê bi cîh bû, lê kargeha wî dîsa li Rimêlan e.
Ebû Şirbêl bi Kurdî, Erebî û Suryanî baş dizane. Ebû Şirbêl got, ew pîşeya koşkariyê pîroz û ji zêr dibîne û wiha peyivî: “Karê min bi destan e û ez ti carî makîneyê bikar nayînim. Ez di karê xwe de ta û derziyên pembo û herîr ên herî baş bi kar tînim.”
Li ser pirsa “Ger tu makîneyê bi kar nayînî, çima maşîneya dirûtinê di dikana te de heye?” Ebû Şirbêl got, “ez bikar nayînim, lê hinek welatî dixwazin ku ez bi makîneyê çêkim. Ger ku welatiyek bixwaze wê demê makîneyê bikar tînim.”
Ebû Şirbêl di dawiya axaftina xwe de got: “Pîşeya koşkariyê ji bo kesekî wekî min derman e.”
Ebû Şirbêl bavê 4 keç û 3 xortan e. 2 kurên wî li derveyî welat in û yê din jî zewicî ne û di heman malê de dimînin. Ebû Şirbêl niha li bajarê Dêrikê rûdine û ji bilî rojên yekşeman her roj tê bajarê Girkê Legê û ji serê sibehê heta saet 17.00’an koşkariya xwe didomîne.
Ji ber aloziya Sûriyeyê bi giştî gelek welatiyên ji pêkhateya Suryan ji Sûriyeyê berê xwe dane Ewrûpayê, lê Ebû Şirbêl got, ew niha 71 salî ye û tu carî dest ji mala xwe bernade.
ANHA/GIRKÊ LEGÊ