Kovara zarokan ´Uçurtma´yê Nîsana 2016’an hejmara xwe ya yekem derxist. Edîtora kovarê Zeynep Cansu Elîfoglu derdibire ku berî dest bi weşanê bikin, gelek nîqaş kirin û dibêje, “Me kovara Uçurtma ji bo ku zarok bikenin, kêfxweş bibin derxist.” Kovara zarokan Uçurtma ji bo tiştên zirarê didin zarokan di kovarê de nebin, xebatan dimeşîne. Edîtora kovarê Zeynep Cansu Elîfoglu diyar kir ku ew bi salan li dibistanên havînê yên Malên Gel bi zarokan re xebitiye û got, kovara zarokan ji bo wan tiştekî nû ye û wek ferzekê lê dinihêre. Elîfoglu di dewama axaftina xwe de jî dibêje, ji bo hejmara 10’emîn xebatê dimeşînin û wiha pê de çû: “Tevî hemû zehmetiyan jî em dibêjin, ‘baş e’ lewm zarok, malbatên zarokan û xebatkarên dilxwaz elaqeyê nîşan didin ku em karekî baş dikin. Ji bo zarokan daxwaza me bi gotina zarokan ‘cîhaneke ne tengezar’ bû. Wekî me hemûyan zarok jî ji zextan para xwe digirin. Ev xebateke alternatîf e ku hewcedarî pê hebû.”

Elîfoglu got, dema ew mijarên mehane yên kovarê diyar dikin, wek zarokan difikirin û mijaran bi baldarî hildibijêrin. Elîfoglu behsa zehmetiyên derxistina kovarê jî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em destûrê nadin tiştekî neerênî yê bandorê li ser zarokan bike. Ev rêgeza me ya sereke ye. Her wiha em nêrînên pisporan jî digirin.”  


ŞÛJIN / STENBOL