Ku ciwanên komalgeyeke ziman, ciwanên welatekî li xwe, li welatê xwe, li çand, dîrok û kelepora xwe xwedî derkeve, ew rastiya komalgeyê tu car têknaçe. Kovara „Ciwanzar“ berê her tiştî vê hêviya siberoja zimanê Kurdî dide me.
Ciwanzar, kovareke xwendekarên zanîngehan, yên li welêt û metropolên Tirkiyê ye. Xwendekaran berê bi navê „zanîngeh” hêjmarek derxistin. Lê ji ber ku di înternetê de li ser vî navî malperekê hebû, bi biryar navê kovarê guherîn û kirin “Ciwanzar” ango zar û zimanên ciwanan. Navekî gelek xweş û ciwan.
Ji ber egera niviskarên kovarê her yek li bajar û zanîngeheke cuda dixwînin, karê komisyona amadekar Mamoste Mevlut Aykoç, Yasîn Duman û Xunav Altun, mizanpajê jî Mehmet Yilmaz ji weşanên AR hin erk wergirtine. Em wan silav dikin. Karê koordînasyona nivisan jî xwendekaran bi xwe wergirtine.
Kovareke gelek ciwan, bi mîzanpajeke xweşik amadekirine, ew li benda nivisên xwendekarên li dervayî welêt in jî. Hêvî dikin ku xwendekarên li Ewropayê ji bi lêkolîn û azmûnên xwe yên têr tevê nava refên niviskarên kovarê bibin.
Di pêşgotina vê kovara yekem de wiha dinivîse: „Ev demeke dirêj e ku me dixwest em wekî komeke kolektîf a xwendekarên Kurd werin cem hev û hêz bidin hev, daku bikarin xebateke pêşkêşî hemû dildarên zimanê Kurdî bikin..“
Di vê hêjmarê de:
Ji zanîngeha Bogaziçi yê Yasîn Dûman di bin serenavê „Fêmkirin û şirovekirina têkiliya di navbera bawermendî û êşê de“ gotareke lêkolînî nivisiye.
Mustafa Dewlemend jî bi gotara xwe ya: „Nexweşiya pençeşêra pişikê“ piştgirî daye kovarê.
Erkan Okşarê jî li dijê balovajîkirina zanistî û baweriyan gotara Tirkî bi navê: „Zerduşt ögretîsî ve Alevîliktekî Mazda înanci“ pêşkêşkiriye.
Yasîn Alkanê ji zanîngeha Bogaziçî Careke din birîna Roboskî derxistiye pêş.
Ji zanîngeha Stembolê Nedîm Eker jî bi helbesta xwe ya ciwan „Keskesor“ rûpelên kovarê xemilandiye.
Sevgî Kaçar evina xwe ya ji bo Ameda dilê Kurdistanê di bin serenavê „Amîd-î Sevdam“ de bi Tirkî nivisiye.
Cewat Altûn ê ji zanîngeha Akdenîzê bi çîrokeke xweşik ya bi navê; „Axa û Şivan“ reng daye rûpelên kovara Ciwanzar.
Ji zanîngeha Stembolê Sermet Ardûk Di mijara xwe ya bi navê „Dersa hilbijartî ya zimanê Kurdî“ de bi vê gotina bav û kalan dest bi nivisandinê kiriye. „Çem bi avê, mirov bi zimanê xwe diherike!“
Cengîz Tuzun bi Tirkî li ser mijara “Egîtîmlî kîşî kavramindan ne anlamaliyiz?“ (Em ji kesê perwerdekirî çi têbigihîjin?) nirxandineke kûr çêkiriye.
Serîn Çîçek jî li pey van gotaran bi helbseta xwe „Merdim“ ya rindek û weşêrî ya ku bi zonê zer û giyana min, ango bi kirmanckî bêhna kulîlkên Dêrsimê reşandiye ser gotaran.
Davut Ak ji Zanîngeha Bogazîçiyê jî beşa dudyan ya gotara xwe ya bi navê „Kurdistana sor II“ wê beşa hesreta dilê me tîne bîra me.
Azad Altay ji zanîngeha Alfred jî, me dibe salên sîhî, wî gotara bi navê „Serhildana Agiriyê“ bi dilopên xwîna bav û kalan nuqutandiye ser rûpelên kovarê.
Burcu Bugu ji Bogaziçî University bi gotareke îngîlîzî di bin navê; „Neo-liberalism Policies And Ist Practices In Education“ Ango li ser mijara neolîberalîzmê nivisiye.
Leyla ji zanîngeha Bogazîçî yê, birîna qedexe ya ziman û dayîkên zimanê Tirkî nedizanîn û nedikanîn ku li derê girtîgehan bi zarokên xwe re bi Kurdî bipeyivin, di gotara xwe ya „Kamber Atêş nasilsin?/Kamber Atêş tu çawanî?)“ de aniye ziman.
Sedat Sari bi helbesta xwe ya „Evîn“ Rengê evîna xwendinê daye kovarê.
Murat Baştûg ji zanîngeha Marmarayê hunermendekî bê mirin di bin serenavê „Mîrê Ribabê Miradê Kinê“ de bi me dide nasîn.
Xwendekarê zanîngeha Marmarayê Azîz Tekîn li ser îdealîzekirina bîrdozê di bin serenavê „Morof: Rewaşa Civakê yan jî îdealîzekirina Nêrîna îdeolojîk“ nirxandineke balkêş pêşkêş kiriye.
Ceylan Esen a Zanîngeha Bilgeyê di bin serenavê “Aralik” de bi pexşaneke Tirkî tevê vê kovarê bûye.
Kemal Olmez jî gotara xwe ya bi navê „Ho însan“ li ser niviseke ji romana Mehmet Uzun „Hawara Dicleyê“ daye rûniştin.
Mahîr Denîz Ay ji zanîngeha Anadolu berê xwe daye dîmena kûçeya xwe û bi serenavê „Bîzîm Sokagimiz“ bi Tirkî ceribandiye.
Saffet Çinar Ji kampûsa zanîngeha Îbrahîm Çeçen bi helbesta xwe ya „Rojek bê deng“ henaseyek ji bêhna beybûnên Agiriyê bi me dide hildan.
Fecra Kasirga jî me bi kurtegotara „lehiyê“ tîne coşê. Barken ji zanîngeha stembolê bala xwenêran bi helbestekî dikişîne.
Xunav Altûn jî her sê cangoriyên li Parîsê bi bêbextiyeke navnetewî ji giyana me hatin qetandin di bin serenavê „Sê Cangorî“ de bi bîr tîne.
Ezgî Çelîkel ji zanîngeha Îbrahîm Çeçen bi helbesta „Özgurluk çigliklari“ digihîje hawarê. Ma kovarekê dikane bê mijara kelecana demî Modayê bimîne, lema jî Musa Yildizê ji Zanîngeha Mîmar Sînan bi beşa duyem ya „Moda II“ yê me digihîne rengê demê.
Niviskar û xebatkarên kovarê hêvî dikin ku hemû xwendekarên Kurdan tevê vê hewldanê bibin û nivisên wa ên lêkolînerî û wêjeyî bixwînin.
Têkilî: ciwanzar@hotmail.com
Kovara Ciwanzar ya xwendekarên welêt
Li ser bergê paşiyê yê kovara „Ciwanzar“ gotineke Efriqayiyan nivisîne. Gotineke gelek ciwan û rastiya me di naveroka xwe de werdigire: „Heta ku şêr dîroka xwe nenivîsin, dê çîrokên nêçîrvaniyê her bê vegotin!“ Xendekarên zanîngehan bi vê şiyarê dest bi nivîsandinê kirine. Werin; em tev de ji wan re bibin alîkar.