Kovara Hawar vegeriya mala xwe

Hemû hejmarên Kovara Hawarê ku Mîr Celadet Bedirxan li Şamê derdixist û bi zor û zehmetî dişand Rojavayê Kurdistanê, niha li Qamişlo tê pêşkeşkirin.
Di bin dirûşmeya ‘Civak dixwîne civak pêş dikeve’ roja Şemiyê yanî 20`ê Tîrmehê Pêşengeha Pirtûkan a Sêyemîn-Herekol li hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar ket. Li gorî komîteya amadekar hejmara pirtûkên ku hatine pêşkêşkirin 8 hezar û 500 pirtûk in.
Hemû hejmarên kovara Hawar jî wekî pirtûk di pêşengahê de cihê xwe digire. Pirtûk ji hezar û 100 rûpelan pêk tê. Li Swêdê hatiye çapkirin û tevahiya hejmarên kovara Hawar bi zimanê Kurdî (zaravaya Soranî û Kurmancî), zimanê Erebî, Farsî û Tirkî di pirtûkekê de hatine komkirin.
Hoşeng Nûh, berpirs û berdevkê Dar El-Zemen a çapkirin û weşanê yê ku beşdarî pêşangehê bûye, got: “Piştî wefata Mîr Celadet Elî Bedirxan kopiya kovarê di salên 80 û 90`î de berbelav bû. Piştre nivîskar Firat Cewerî yê ji Bakurê Kurdistanê hat Rojava, li kopiyên kovarê yên li Şam û Helebê geriya, berhev kirin û vegerî Siwêdê. Piştî wê hejmarên kovara Hawar wek pirtûkekê şand Rojava da ku di pêşengeha Herekol de were pêşkêşkirin.”
Kovar vegera li dîrokê ye
Nûh dibîne ku komkirina tevahiya hejmarên kovara Hawarê di pirtûkekê de û hebûna wê li Rojava mîna xewnê ye û got: “Ji ber ku ji sala 1932`an ve ev cara yekemîn e ku kopiyek çapkirî ji kovarê di pirtûkekê de digihêje Rojava. Pirtûk girêdayî destpêkirina rojnamegeriya Kurdî lêvegerek dîrokî ya girîng e. Vegerandina kovara Hawar ji cihê xwe yê bingehîn re cihê şanaziyê ye. Armanc ji anîna pirtûkê, xwendina fikrê Celadet Bedirxan, şîrove û analîzên wî ne. Her wiha sûd jê were girtin da ku têghiştinek di navbera civakê de biafrînin, vegerin zimanê dayîkê û berhemên wê. Em ê ji bo lêkolînên xwe gelek sûd jê bigirin.”
SILAVA EBDULREHMAN / ANHA/QAMIŞLO