Li ser wêjeya cîhanê û teoriyên wêjeyê xwendin û nîqaş geş dibin. Bi vî awayî hejmara sêyem weke “Kovara Çîrokan” der diçe. Berpirsên lijneya kovarê, hilberîn, mîzanpaj û belavkirina kovarê Adar Goran, Mem Gewez, Firat Rûbar, Nûman Pertav, Hakan Arif Can û Serwet Giyan in. Jehr di wêjeya Kurdî de digel rêûresma çîroka modern dixwaze reheke nû û çîroknûsên ku vî rehî hêzdartir dikin, bigihîne û bi vê armancê deriyê xwe ji wêjekaran re vedike. Çîrok di xebatên atolyeyê de bi gewde dibin û ji bo weşanê têne amadekirin. Di hejmara sêyem a kovarê de bi tevahî 13 çîrok cih digirin. Her wiha di vê hejmarê de beşek ji romana wêjevanê Kurd ê navdar Mihemed Şarman e ku hê neweşiyaye cî digire. Di kovarê de; Mem Jan, Mamo Giyan, Alan Ciwan, Lezgîn Xakî, Mensûr Zîrek, Rojvan Welat bi çîrokên xwe cih digirin. Ji bo têkiliyê jî navnîşana kovarajehr@gmail.com dikare were bikaranîn.
AMED