Kovara ku mehane derkeve, di hejmara xwe yekemîn de xweparastinê digire dest.
KJA ku piştî bi lidarxistina 1. Kongreya Jinan ji bo rêkxistinkirina jinan modelek nû da pêşiya xwe û di Gûlanê de bi avakira komela Kongreya Jinên Azad malpera xwe înternetê vekir û niha jî kovara xwe derxist. 
Kovara ku di berga xwe de bi serenavê “Şîdeta mêr îdeolojîk e û xweparastin rewa ye.” derdikeve û di lijneya weşana kovarê de Berna Ersoz, Hediye Ozdemir, Lorin Hediye Baran, Ayşe Gokkan, Hediye Kiliçaslan, Ezra Elbistan cih digirin.

Kovara ku bi berga xwe ya rengîn û dewlemend bi gotarên wekî; “Bi xwerêvebirinê ber bi jiyana azad ve”, “Hevpeymana KJA û KJA bingeha xwe îfadekirina pir nasnameyî ye”, “Di modela alternatîf de navendbûna azadiya jinê”, “Di rojavê de guhertina dawî”, “Bi lihevhatina tacîzkar û kujerê mûhteml, şîdeta fizîkî rûyer herî dawî yê şîdetê ye li hemberî jinê” hene. Di beşa bultenê de jî rojeva jinê û nûçeyên derbarê jinê de dihewîne. Kovar wê bi peryoda heyvane were weşandin. 


 FRANKFURT