
Kovara Zarema bi hejmara xwe ya çaremîn derket pêşberî xwînerên xwe. Di hejmara çaremîn de mijar “Femînîzm“ e. Kovar bi slogana “Kurd Kurdan bi Kurdî dixwînin” di meha Gulanê ya par de derketibû ser dika kovargeriya Kurdî. Hejmara wê ya yekemîn bi nivîsa Herekol Azîzan ango Celadet Alî Bedirxan “Zilamek û zimanek” destpê dikir. Celadet di hejmara 40’ê ya Hawar de cîh dabû vê nivîsa xwe û nivîsa xwe bi van hevokan bi dawî dikir: “Belê ji wan kurdan re divêt , gava ji derve têne mal, her wekî cilên xwe ji xwe dikin û wan bi cilên malê diguherînin, zimanê xwe jî welê biguherînin û bi zimanê kûçê di nav malê de naxêvin û zimanê malê, zimanê mader wek tiştekî miqedes hilînin.“ Kurd çiqas rexnê Celadet anîye cîh ew mijara niqaşê ye. Lê Kovara Zarema bi angaşta li dijî derketina kolonyalîzmê dest bi weşana xwe kir, dijkolanyalîzmeke ne bi giyan û zimanê kolonyalîstan berovajî bi alav û zimanê Kurdî û kurdewar.
Bi sê zaravayan weşanê dike
Kovara Zarema salekê xwe temam kir. Di nav salekê de çar hejmar derxistin û di her çar hejmarên xwe de jî bi mijarên balkêş û gotarên bi kalîte derket pêşberî xwînerên xwe. Gelê Kurd ji ber serdema modern ne bi alavên xwe bi alavên serdest naskiriye, gava vedigere “xwe”, bi alavên serdestan “xwe” bi nav dike. Kovara Zarema wan “alav”an di hêjmarên xwe de yeko yeko radixe ber çavan û dike mijara nîqaşê.
Nivîskarên kovarê ji nivîskarên di qada xwe de pispor pêk tên. Her wiha ne tenê ji Bakûr, Başûr û Rojhilata Kurdistanê jî niviskaran tevlî refên Zarema dibe. Jixwe Kovara Zarema li Başûr û Rojhilat jî xwe digihîne xwînerên Kurdî. Kovara Zarema ji alî zaravan jî ji Kovarên din cihê ye, cudahîya kovarê ev e ku bi zaravên Soranî û Dimilî jî gotaran dihewîne. Hûn dikarin li Dihokê li pirtûkfiroşxaneyekê, Li Sînê di destê xwendevanêkî/ê, li Stockholmê di nav çentê penaberekî/ê Kurd de li kovara Zarema rast werin.
‘Kovara me xwedî sekneke dijkolanyal e’
Nivîskar û xebatkarên kovarê Mihemed Şarman û Hesenê Dewrêş der barê xebatên kovarê û mijara Femînizm û Tevgera Jinên Kurd de pirsên me bersivandin. Nivîskar û xebatkarê kovarê Hesenê Dewrêş diyar dike ku di nîvîsa Kurdî de weke her cûreyê din rexne jî pêş dikeve û ber bi başî ve diçe. Hesenê Derwrêş pêvajo û rewşa rexneyê di Kurdî de wiha dinirxîne: “Rexneya ku di şêwrên xwendinê de û li quncikên hin malpêran bi hawayekî lawaz dest pê kiribû di demeke kin de gavine mezin avêtin. Di kurdî de du, sê kovarên rexneyê hene êdî. Êdî teoriyên ku li cîhanê li ser wan niqaş tênê kirin, bi hawayekî akademîk bi kurdî li ser wan niqaş li dar in. Bawer dikim bi vê yekê jî em qadeke din (qada teoriyê) ji bin dagirkeriya zimanê dagirkerên xwe rizgar dikin. Kovara me bi giştî xwedî sekneke dijkolonyal e, bo vê yekê alîkarê şoreşa zimanî ye ku bi gelek hêlan dimeşe.”
Di kovara Zarema de ji bilî nivîskarên Kurdî û Kurdistanê, her weha ji welatên din jî metnên zanist û akademîsyenan bi wergera xwe ya bi Kurdî tên weşandin. Dewrêş cûdahiya kovarê di warê nivîskaran de wiha bi lêv dike: “Metnên ku me di warê teoriyê de di ser hin zimanên dinê re dixwendin em werdigerînin kurdî êdî, (ji ingilîzî, fransî, yewnanî) ez bawer dikim Zarema hew bi vê kirinê gelek tiştan li cîhana nivîsa kurdî zêde dike. Di heman demê de bi entelektûelên kurd ên ku li diyasporayê ne ên ku li beşên dinê yê Kurdistanê ne dikeve têkiliyê, nivîsên wan diweşîne, ji zaravayên din xebatên wan an latînîze dike an diqulibîne kurmancî; bi vê yekê jî çûn û hatineke akademîk dixe nav beşên Kurdistanê.“
‘Di Kovargeriya Kurdî de geşedan’
Xebatkarê Kovarê Mihemed Şarman diyar dike ku pirsgirikên weşangeriya Kurdî heta zimanê Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê çareser nabe. Her wiha Şarman destnîşan dike weşanxane û weşangeran ji bo karên xwe bi qalîte û rêkûpêk bikin divê Kurdî zêdetir were xwendin û wiha pê de diçe: “Ji mafê telîfê, zorbûna çapa pirtûkan bigre hezar rexne gazinên nivîskaran hene, helbet di tanga xwe de di hin xalan de pir mafdar in lê îro xwendevanê edebiyata kurd pir kêm in ev jî dike ku weşanxane jî karê xwe bi rêk û pak nekin. Lê çiqas ji derfet û bazar kesad bin jî divê weşanxane armanc û rêbazê xwe eşkere bikin li ser malperê xwe biweşînin ev yek tev diyar bin. Ji weşangariyê bêtir em dikarin bêjin kovargeriya kurdî di nav geşedaneke baş de ne ro bi ro kovarên profesyoneltir li hev zêde dibin. Ev cihê şanaziyê ye. Hêvîdar im emrê wan tevan dirêj û xebatên wan zîrektir be.“
Kovara Zarema di hejmara xwe ya 4’an de bi mijara “Femînîzm” derket. Nivîskar Hesenê Dewrêş pirsa çima “Femînizm” wiha dibersivîne:“ Weke ku tê zanîn nêrîna femînîst gelek tişt li tevayê cîhanê zêde kiriye. Berxwedana jinê xwedî dîrokeke dûr û dirêj e. Di warên jihevveçirandina meseleyên polîtîk û ên jiyana rojane jin xwedî perspektîfek cihê ne û perspektîfa wan gelek caran ji a mêran bi hawayekî mafdar di hin waran de gelekî dûr e. Bo civakeke mîna a kurdan ku jin tê de bindestê bindestan e, hayjêçêkirin û nîqaşên li ser perspektîfa jinan bo me jî gelekî girîng bû, bi pirayî “bindestiya wan î taybet” di bin bindestiya netewî de wenda dibe û nayê dîtin, me xwest ku kevanekê di kurdî de jî li ser vê mijarê vekin û rewş û nîqaşên ku di vî warî de li cîhanê û cîhana kurdî heye dînin ber çavan, û ku em karibin hinek xwêdana xwe jî têxin nav xebatên femînîstên kurd.“
Dîroka jinên Kurd û Femînîzm
Şarman bi bîr dixe ku Femînîzm di demeke nêzîk de di nav Kurdan de popûler bû û nemaze bi şerê Kobanê û Şingalê ve bi tekoşîna bêhampa ya jîna Kurd kete rojava dinê. Şarman balê dikişîne li ser dîroka jînên Kurd û bi lêv dike ku cudahî û rengîniya jinê kurd di cîhanê de yekane ye û wiha dewam dike:”Dîroka femînîzma kurdan her çiqas ji nezaniyê, ji kêmasiya kitêbên dîrokî yê kurdewar (lewre dîroka kurdan hê jî teref kurdan nehatiye nivîsîn) qels û xelet tê dîtin û şîrovekirin. Gelê kurd ne tenê di rojhilata navîn de hema bêjê di dîroka dinê tevî de cihê jinê taybet bûye û xeteke sekulerî pir xûrt hebûye. Ku nîqaş an xebatên Femînîzmê li ser vê xetê werin nirxandin ew dem dê bigihêje wateya xwe.”
Şarman ji dîrokê ji hin kesayetiyên jin mînakan dide û diyar dike ku ev taybetiya jinên Kurd hê jî di nav civaka Kurdan de heye û wiha vedibêje:” Mirov di destpêkê de behsa jina Mazdek Huremi û tevgera Huremiyan neke nabe(prototîpa Yarsan û Êzdiyan a ev tevger) Di vê bawerî û tevgerê de jin serdest û pêşkeş e.Tena serê xwe hêjayî bi dehan lêkolînan e.”
‘Di dema Gutiyan de jinên Kurd serleşkerî dikir’
Şarman destnîşan dike ku jinên kurd ne tenê bi awayekî sembolîk, rasterast di jiyanê de çalak cihê xwe girtiye hetta di rêvebirina civakê û bicîhanîna îbadetan de pêşengtî kiriye. Şarman wiha dirêjiyê dide axaftina xwe:” Di van civîn û cemê Ehlî heq de jin jî tenbûrê xwe didin destê xwe bi mêrên re distirin tu cûdahî di nav wan de nîne.
Kal û bavê me Gutî ku diketin şer gelek jinê serleşker hebûn li cenga şer, baş e ev kevneşop nuha li nav pêşmerge û gerilayên mê berdewam e. Di nava şahînşaha Zend de gelek jinê leşker hebûn. Serokê xanedan Ray Rûvandiyan ku ew jî kurd in jinek bi navê wê Seyîda “mama” Xatûn bû, nêzî bîst salan desthilatdariya wê dom kir. Ji dîrokake nêz, Adile Xanim heye ku serokê eşîra bi nav û deng a Caf’an bû. Serokê eşîra Herkiyan jî jinek bû. Ev minak tev de ji xala leşkerî û rêveberiyê ne di edebiyat û hûnerê de jî gelek jinê kurd yê serkeftî hene.
Ku mirov diroka gelê xwe tenê ji sed an 50 salên dawîn bizane mirov vê dewlemendiyê nabîne. Jixwe ev xeta domdar û sekuler nebûya jina kurd îro hewqas ber bi azadiyê ve nediçû nikaribû deng bide. Lewre ji her tiştekî baş û xurt re teqez çandeke domdar û binyadek qewî divê. Ev yek li cem kurdan di her xalê de têra xwe heye.
Îcar ez nizanim ezê kê bêjim kê nebêjim, lê wek dawî ez dikarim bibêjim belê femînîzm di nav kurdan de nemaze bi saya serê tevgara PKKê populer bû lê ku em li dîroka xwe dinêrin femînîzm û sekulerîzma nav kurdan ya berê ji ya niha bi deh qatan pêşketîtir e, baş e tevgera kurdan bi israr li ser vê xalê dimeşe, em baş dizanin di haveynê şêrgelyên me yê wek Meyan Xatûn, Sakîne Cansiz, Arîn Mîrkan, Delîla, Zîlan, Leyla Qasim, Leyla Bedirxan hwd. Ev dîroka dewlemend heye.”
Naveroka Kovarê
Di kovara 4’an de nivîskaran gelemperî ji jinan pêk tê. Nivîsa yekem a Farangis Ghaderi ya bi navê “ Tevgerên Civakî yên Jinan”e.Edîtora Kovarê Fexriya Adsay bi serenavê “Di Kovara Hawarê de Bicîkirina Jinan di nav Rabêja Neteweperwer de” nivisiye. Gotara xwediyê pirtûka “ Femînîzm ji bo her kesiye” Bell Hooks jî heye. Gotara “ Nêrtiya Femînîzm” ji îngîlîzî hatiye wergerandin. Li gel Helbestkar Gulîzerê li ser helbestên wê hevpeyvînek jî heye. Nadje Al-Alî Û Nicola Pratt “Di Navbera Neteweperwerî û Mafên Jinan de: Tevgera Jinên Kurd li Iraqê”analîz kirine.
ÎBRAHÎM BULAK/FRANKFURT