DIYAR EHMO / ANHA/DÊRAZOR

Qonaxa dawî a Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê li gundewarên Dêrazorê didome. Şervanên QSD`ê dor li çeteyên di bajarokê Baxoza Jorîn ê rojhilatê Hecînê de teng kirine. Rojane bi dehan malbat û sivîl ji zilma DAIŞ´ê direvin, ber bi herêmên şervanên QSD`ê rizgarkirî ve diçin.

Çeteyên DAIŞ`ê dixwazin tola xwe ji van sivîlan ku ji  hovîtiya wan direvin, hilînin.

Şevê din komeke çeteyan a ji 7 kesan hewl da bi awayekî veşartî di nava malbatan de ku pirraniya wan malbatên DAIŞ´iyan bûn, bikevin nav koçberan û komkujiyekê bikin.

Têkildarî mijarê, şervanê bi navê Rûbar Hesekê got,

Tola xwe ji sivîlan radikin

”Koma çeteyan a ji 7 kesan, rextên bombebarkirî li xwe kiribûn, hewl didan xwe di nava sivîlan de biteqînin. Şervanên QSD`ê hişyar bûn. Agahî girtibûn ku hindek çete bi awayekî veşartî derbas bûne. Ji ber wê hêzên taybet ên QSD`ê dest werdan û piştî ku çeteyan red kir teslîm bibin, şervanan ew kuştin.”