Gerîlayên HPG’ê li navçeya Colemêrgê Çelê, kozikên artêşa Tirk bombe kirin. Gerîlayan li herêma Ertûşê derbên giran li artêşa Tirk xistin. Piştî derbên ku gerîla li artêşa Tirk xistin, artêşê malzemeyên jiyanî û eskerî li pey xwe hişt û reviya, ANF´yî jî dîmenên van malemeyan girt.

Li girê Şehîd Zekî ku par şerê dijwar lê bûbû, du kozikên artêşa Tirk bi temamî hatin tinekirin. Piştî çalakiyê gelek çek, cebilxane û malzemeyên jiyanî yên artêşa Tirk ketin destê gerîlayan.

Yekîneya veşartî tevî kozokê firiya

Gerîlayê HPG’ê Cûdî li ser çalakiyê got, li girê Şehîd Zekî du kozikên leşkerên Tirk bi temamî hatine tinekirin, artêşa Tirk xwest ku bi dizîka eskeran li herêmê bi cih bike û got, "Hevalên me li Ertûşê, ji bo bîranîna şehîdên Zapê çalakiyên karîger dikin. Herî dawî yekîneyên veşartî yên dijmin li girê Şehîd Zekî bi cih dibûn. Hevalên me yek ji van yekîneyan kire bin kontrola xwe, li du mewziyên nêzî hev mayin danîn. Li vir hem malzemeyên jiyanî û hem jî hin parçeyên çekan ketin destê hevalên me."

Li hêlîna xwe derb xwarin

Cûdî got, di çalakiyê de 3 esker hatin kuştin û yên din jî têkberên xwe jî hiştin û reviyan û têkildarî malzemeyên ku hatine bidestxistin jî got: "Piştî çalakiyê kuştiyên xwe rakirin û bi bayê bezê reviyan. Heval çûne ser gir û kozikên wan kontrol kirin. Li vir çente û muhîmmata eskerî hebûn. Qetên cilên wan, berbaranîka taybet, çente, bombeyên mijê, ronîkir, muhîmmatên jiyanê, lingê çeka MG-3’yê hiştibûn û reviyabûn. Hevalên me piştî çalakiyê bi demeke kurt dest li ser van hemûyan danî."

Cûdî diyar kir ku li herêmê du kozikên wan bi temamî hatine tinekirin, cihê ku çalakî lê hatiye kirin ji bo artêşa Tirk xwedî girîngiyeke stratejîk e.

Gerîlayê HPG’ê Cûdî têkildarî cihê ku çalakî lê hatiye kirin wiha peyivî: "Du kozikên wan bi temamî hatibûn tinekirin. Her wiha xwîna li derdorê jî nîşan dide ku çalakî çi qasî karîger bûye. Girê Şehîd Zekî li gel ku di navbera keleha Ertûşê, Şehîd Jêhat û girê Koordîneyê de bû jî û her wiha li gel ku ev der ji hêla yekîneyên veşartî ve dihate kontrolkirin, hevalên me, weke ku tê gotin, ketine hêlîna wan û çalakiyeke wiha serketî pêk anîn." 


 ANF / BEHDÎNAN