Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov bersiv da daxuyaniya Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ê ku digot, “Rûsya li gorî Soçî û Astanayê tevnagere.”
Peskov bi civîneke çapemeniyê ragihand ku ew gotinên Erdogan qebûl nakin û pê xemgîn in ku li Idlibê rewş ne bi rengê dihat xwestin e.
Peskov got, “Mixabin li vê herêmê gelek terorîst di nava hev de ne. Terorîst hem êrişî hêzên hikûmeta Sûriyê dikin hem jî bi rêk û pêk êrişê dibin ser baregeha Rûs a li Hmyemîmê. Em ji vê rewşê gelekî bi fikar in.”
Erdogan îdîa kiribû ku Rûsya li gorî hevdîtinên Soçî û Astanayê tevnagere û gotibû, “Em ê ya xwe bi xwe bikin.”
MOSKOW