Lida Kayhko li ser krîmînalîzekirina piştgiriya bi Rojava re ya li Ingilîstanê maqaleyek nivîsî û got, hikûmeta Brîtanyayê hewldanên xwe yên krîmînalîzekirina xelkê diçe Rojava da ku beşdarî şoreşê bibin, zêde kirine.

Hefteya bihurî, bav û birayê Dan Newey bi awayekî fermî hatin gunehbarkirin, bi fînansekirin û alîkariya terorîzmê. Dan Newey li Rojava ye ji bo ku şerê DAIŞ´ê bike.

Lida Kayhko vê yekê weke zêdekirina kirinên dewletê ji bo protestoya siyasî bitepisîne û li gorî wê “Divê ev her kesê destekê dide tevgerên antîfaşîst, femînîst û hawirdorparêz elaqedar bike.”

11´ê Kanûna bihurî polîs bi ser mala bavê Dan Newey, Paul Newey de girtibû. Ew û kurê wî Sam biribûn qereqolê û çend rojan ew girtibûn û îfadeya wan jî girtibûn. Niha gunehbarî eşkere bûn: Paul Newey bi fînansekirin û Sam Newey bi alîkariya ji bo amadekirina kirinên terorîzmê tên gunehbarkirin.

Dixwazin her kesî bixin ber zextên xwe

Li gorî Kayhko divê ev bike ku defên hewarê ji bo xelkê lê dixe. Û sedema xwe jî eşkere dike: “Paul û Sam Newey, bav û birayê Dan Newey yê sala 2017´an tevlî nav refên YPG´ê bû tên krîmînalîzekirin. Sûcê Paul ew e ku 150 paund ji kurê xwe re şandine. Herçî gunehê Sam e, wî alîkariyên din kirine. Ev beşek ji rêyeke dirêj a ku pê qanûna li dijî terorê ji bo tacîzkirin, çavtirsandîkirin û krîzmînalîzekirina çalakgeran, heval û malbatên wan e. Divê em vê meseleyê di peywenda wê de bibînin: Krîmînalîzekirina wan kesên piştgiriya Şoreşa Rojava dikin li Bakurê Sûriyê û piştgirê tevgera azadiyê ya Kurd a berfirehtir in, hatiye mumkinkirin bi wan hêz û desthilatên di nava çend dehsalên bihurê de çêkirî…

Ev hêz û desthilatên hanê di salên 1990´î li dijî civaka Kurd a li Meliktiya Yekbûyî hatin bikaranîn, bi biserdegirtin, girtin û hepskirinê bi awayekî bi rêkûpêk li çalakger û navendên civakî yên Kurdan xistin.

Ya ku niha diqewime, zêdekirineke dramatîk a van hêz û desthilatên heyî ye. Paul Newey dikare bê gunehbarkirin bi şandina 150 poundan ji kurê xwe re - yê ku şerê hêzên faşîst ên Îslamî tevî koalîsyoneke hikûmeta Meliktiya Yekbûyî pişta wê digire, û ne rêxistineke li lîsteya rêxstinên terorîst zêdekirî ye.

Ev doz hem dikare rêyekê veke li ber wê yekê ku YPG û YPJ li lîsteya rêxistinên terorîst bên zêdekirin û hem jî bibe mînakek ji bo wê yekê ku her têkiliya piçkok a  şexsî bi komeke protestoyê re bê bikaranîn ji bo dozên bi hinceta şerê li dijî terorîzmê.”

 

LONDON