Rêveberê Enstîtuya Pennsylvania Lauder Mauro Guillen destnîşan kir ku dibe krîza li Herêma Euroyê bandorê li welatên pêşdikevin jî bike. Bi ya Guillen wê bandonrê krizê wiha bin.
Beriya her tiştê krîza aborî ya ku wê li YE’yê rû bide, wê bandore li sermayeya veberhênerên ku hinardeyê (îxrac) dikin bike. Ji ber wê jî wê bandor li welatên pêş dikevin bike. Yekîtiya Ewropayê (YE) di cîhanê de xwedî hêza verhênanê ya herî xurt e, dibe ku ji ber krîza aborî gelek projeyên veberhênanên xwe taloq bike. Welatên pêş dikevin ku nêzî Ewropayê ne, wê ji veberhênanên YE’yê dûr bikevin .Ger krîzek li piraniya welatên YE’yê bixe, wê ev yek bibe krîzeke gerdûnî û wê bandoreke mezin li welatên pêşdikevin jî bike. Ger hêza aborî ya herî xurt a cîhanê ango YE bikeve, wê demê dibe dawî li gelek şîrketên mezin were. Her wiha tê diyarkirin ku wê ev yek bandorek mezin li borsayên DYA’yê jî bike. Ev krîza aborî bandora xwe di zêdebûna rêjeya bêkarî û lewazbûna sîstema bankavaniya welatên weke welatên YE’yê xwedî aboriya pêşketîn ne,de jî nîşan dide. Yek ji xweseriyên welatên YE’yê ewe ku alîkarî didin bo hewldanên Neteweyên Yekbûyî yên ji bo herêmên hejar. Ger krîz bandorê li vê alîkariya YE’yê bike, wê yek ji bo NY’yê pir zor be. Sedemê bingehîn ê krîza aborî ya li YE’yê, hikûmetên welatan gelek deydar bûne. Ji bilî Almanyayê, li hemû welatên YE’yê hevsengiya deynan li jorê normaltiyê ye.

Di vê naberê de hate zanîn ku dê Angela Merkel û Nicolas Sarkozy, ji bo gotûbêjkirina krîza deynan a ku bandorek mezin li welatên Ewropa û DYA’yê kiriye, li Parîsê hevdîtinek pêk bînin.

AMSTERDAM/PARÎS