DÎREN DÎCLE ERDEN
Li Ingilîstanê krîza ji ber şewba vîrusa koronayê, derba xwe ya herî giran li paytext Londonê xist. Kurdistaniyên li bajêr bi tevnên xwe yên piştgiriyê hewl da ji heqî krîzê derkevin. Li Ingilîstanê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê mirin, ji 33 hezaran bihuriye. Ingilîstan piştî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Spanya û Rûsyayê di hejmara miriyên ji ber koronayê de di rêza çaran de ye.
Hikûmetê hîna nû bikaranîna maskeyan pêşniyaz kir di çarçoveya sistkirina tevdîran de. Lê hejmara maskeyan li welêt kêm e. Li gorî planê hin dikan wê karibin 1’ê Hezîranê vekin. Li gorî planê piştî nîvê Tîrmehê jî hin otel û deverên giştî jî bi şertê parastina mesafeya fizîkî, wê karibin li xelkê bên vekirin.
Hevgirtina rêxistinên civaka sivîl
Herçî hin rêxistinên civaka sivîl ên Kurdistanî û Tikiyeyî ne, ew deriyên piştgirî û alîkariyê li xelkê vekirî dihêlin. Ji bilî tevnên alîkariyê yên rêveberiyên cihî, Navendên Krîzê yên van rêxistinan hewl didin alîkariyê bidin kesên hewcedar, kesên di karantînayê de û pîr û kalên nikarin ji malên xwe derkevin.
Di serî de dikandar, endamên civakên Kurdistanê alîkariyên xwarin, sebzeyan û alîkariya madî didin Navendên Krîzê. Meclîsa Gel a Kurd, Federasyona Elewî ya Brîtanyayê, GÎK-DER û DAY-MER di vî karî de gelekî dişixulin. Ew hemû jî pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk in ku ji bo xurtkirina tevnên piştgiriyê dixebitin.
Tevnên piştgiriyê her roj xwe digihînin bi dehan malbatan. Ew di heman demê de ji bo yên ku bi ziman nizanin jî tercûmanan eyar dikin, psîkologên dilxwaz ji bo hewcedaran peyda dikin û xizmeta terapiyê jî eyar dikin.
Meclîsa Gel a Kurd li 6 deverên Londonê Navendên Krîzê çêkirine. Ew hem li hal û sihet û abora encamên civakê dipirse hem jî malzemeyên lazim digihîne hewcedaran. Ew dermanên kal û pîran jî ji dermanxaneyan digihînin wan, nexweşan bi maşînên xwe dibin nexweşxaneyan.
Federasyona Elewî ya Brîtanyayê jî bankeyeke zad û qût ava kiriye ji bo alîkariyê bide hewcedaran. Navenda Civaka Kurd û Tirk Day-Mer jî hem alîkariya xwarinê û hem jî alîkariya madî digihîne hewcedaran; nexasim jî ew ê bi peymana Enqerê çûne Londonê û bêkar mane. Navenda Çanda Elewî jî li medbexa xwe xwarinê çêdike û dide hewcedaran. Komeleya Karkerên Koçber a Çandê (Gîk-Der) alîkariya sebze û mîwe bê heq dide kedkarên xizmeta sihetê.