Gumanên piyasayê berdewan in
Lê li rexmê pakêta rizgarkirina Yewnanîstanê, dîsa jî gumanên di piyaseyê de berdewam kirin, tirsa krîza aborî dîsa parzemîn hejand. Piştî wê Îtalya û Spanya ketin nava tirsa ku ew ê jî bibin weke Yewnanîstan, Îrlanda û Portekîzê. Spanyayê deynên xwe yên 10 salan daxist ji sedî 6,25 û Îtalya jî daket ji sedî 6,10. Dema ku Yewnanîstan û Portekîz gihiştibûn ji sedî 7 teslîmê krîzê bibûn.
Dê Îtalya û Spanya zêdetir bihejin!
Bi vî awayî ‘wê krizî kûrtir bibe’, Îtalya û Spanya di aliyê aborî de, di nava welatên herêma Euro de piştî Amanya û Fransa, di rêzên siyemîn û çaremîn de ne. Jixwe tirsa krîza aborî bandorek mezin li piyaseyan kir jî. Li aliyê din jî bihayê zêran bilind û ji DYA’yê daneyên îstîhdamên xirab hat, vê yekê jî gumana Ewropayê mezintir kir. Lê Serokê Komîsyona Ewropayê Jose Manuel Barroso got ku pirsgirêka bingehîn, pirsgirêka deynan a li Îtalya û Spanyayê ye. Bi awayeke lezgîn name ji 17 welatên herêma Euro re şand. Barroso ji bo derbaskirina krîzê piştgiriyek tam xwest.
Gelo bono vê tevlîheviyê derdixin?
Ji ber vê yekê Serokwezîrê Spanî Jose Luis Zapatero bêhndana xwe betal kir û Wezîrê Aborî yê Îtalî Giulio Tremonti jî li Luksemburgê bi Serokê Koma Euroyê Jean-Claude Juncker civiya. Li Îtalya û Spanyayê krîz li pey krîzan in, ev yek nîşan dide ku êdî pakêta rizgarkirinê jî têrê nake, Serokwezîra Alman Angela Merkel gotibû ; “Armanca me ew e ku em pêşî li krîzê bigirin û nehêlin derbasî welatên din bibe.” Bonoyên navnetewî yên ku deyn didin delwetan jî ev hişyarî kirin ; “Dibe Îtalya û Spanya nekarin deynê xwe bidin” û deynê van welatn zêde bibû. Jixwe Barroso jî di peyama xwe ya duh de gotibû ; “Nêzîkatiya bonoyan a li hemberî Îtalya û Spanyayê bi xwe re gumanan tîne.”
AYGUL YILDIZ-ANF/BRÛKSEL