Kirîza ji ber vîrusa koronayê (Covid-19) kir ku qîmetê lîrayê Tirk ê ji xwe kêm kêmtir bibe. Vê jî herî zêde ew sektorên bi dovîzan ji derveyî Tirkiyeyê mal dikirin, xiste zehmetiyan. Yek ji van sektoran jî ya weşanxaneyan e. Xasma tesîreke giran li weşanxaneyên kitêbên Kurdî jî diweşînin bû.
Xebatkara Weşanên Aramê Zûhal Tekîner li ser meseleyê dibêje, ji 2016’an ve sektora wan di krîzeke ne binavkirî de ye û krîza vîrusa koronayê kiriye ku êdî karê wan bê ber sekinînê. Ew wiha dewam dike: “Ev qeyran bandorê ne tenê li xebatkaran, li xwendevanan jî dike. Weşanxane û pirtûkxane dixwazin pirtûkên ku li ber destê xwe xelas bikin, lê ji ber qeyranê nikarin tiştên nû hilberînin. Ev rewş jî piştî demekê dê pirsgirêkên cudatir bi xwe re bîne.”
Piştî krîzê elaqeya ji bo Kurdî zêde bû
Zûhal Tekîner, bal bire ser hejmara xwendevanan û got: “Xwendevan di vê pêvajoyê de berê xwe didin çand û hunerê. Ev jî bû wesîleya xwendina pirtûkên Kurdî û hînbûna Kurdî. Gelek pirtûkên weşanên me hatine qedexekirin û rûpela me ya înternetê jî tê astengkirin. Tenê ji rûpelên înterneta û li pirtûkxaneyan pirtûkên me yên ne qedexe tên firotin. Xwendevanên me dikarin li ser rûpelên înternetê xwe bigihînin pirtûkên me. Piştî ku şewba vîrûsa koronayê derket, herî zêde pirtûkên me yên setên hînbûna Kurdî, ji bo bipêşvebirina Kurdî çîrok, dîsa pirtûkên biyografî û siyasetê hatin firotin.”
Weşanxane dibe ku bên girtin
Edîtorê Weşanxaneya Sîtavê Nivîskar Qahir Bateyî jî got, “Hem ji ber rewşa vîrusa koronayê, hem zêdebûna qîmetê dolar her tişt xitimiye. Çapxane kaxizê peyda nakin. Ev mehek e me pirtûk şandine çapê lê belê pirtûk li wir sekinandî ne. Nikarin çap bikin. Her wiha ev ji mehekê zêdetir e, me weşanxane girtîye. Her çi qas em karê xwe li malê jî dewam bikin, dîsa jî bandoreke xirab li me dike.” Ew hêviya xwe ya alîkariya dewletê jî ji bo sektorê bi rêya kredîyen demdirêj û bêfayîz îfade dike. Yan na bi ya wî “gelek weşanxane dê bêne girtin. Ev jî dibe sedem ku bi sedan mirov bêkar bimînin, her wiha weşangerî derbê bixwe.” Ji bo weşanxaneya xwe ew dibêje, ew dikarin herî zêde du mehên din îdare bikin. Ew dibêje firotina kitêban gelekî kêm bûye, lê kitêbên herî zêde tên firotin jî yên lêkolînê ne.
Kitêbên Kurdî zêdetir tên firotin lê...
Kordînatorê Weşanên Darayê, Bawer Berşev jî got, hem di çapê û hem jî di tora wan a belavkirinê pirtukakurdi.com de pirsgirêkên ji ber krîzê hene û ji ber wê jî, wan kitêb erzantir kirine: “Niha pirsgirêkên weşanxaneyan hene, pirtûka erzantir didin da ku maliyeta xwe ya vê demê derxînin. Lê heke krîz û zêdebûna qîmetê euro dewam bike, dê bandoreke gelek nebaş li me bike. Heke ev rewş dirêj bibe wê gelek weşanxanê bi girtinê re rûbirû bimînin.”
Berşev, dibêje di firotina pirtûkên kurdî de zêdebûneke demkî heye, lê zêde hêviyê bi xwe re çênake: “Mirovên ku li mal dimînin fersenda ku Kurdî nîşanî zarokên xwe bidin, dîtin û hîs kirin. Ji ber wê zêdebûnek heye lê ev zêde demdirêj nabe. Em xizmeta onlinê li ser pirtukakurdi.com didin. Xwendevan ev meheke herî zêde pirtûkên zarokan yên Kurdî, pirtûkên hînbûna Kurdî, roman û pirtûkên dîrokê dikirin. Lê ez ne bawerim ev zêde dewam bike.”
Bila nebe bela, me alîkariya dewletê navê
Koordînatorê Weşanxaneya Avestayê Abdulah Keskîn jî diyar kir ku ew her tim di rewşeke kirîzê de ne û got, “Di du salên dawî de 14 pirtûkên me yên tirkî ku der barê kurdan de hatin qedexekirin. Di pêvajoya şerê bajaran de gelek weşanxane hatin girtin bi hezaran mirov ji kar hatin derxistin. Pirtûk wek amûreke sûc hatin hesibandin û tirs xistin nav kolana. Em weşanxaneyeke 25 salan in, ê tiştê ku dikaneke biçûk jî sûd jê girtî me jê negirt. Wekî din jî karê me yê dudoyan jî mijûlbûna bi dadgehan e. Ji ber wê bila serê xwe ji me neêşînin me tu alîkarî jî navê ji dewletê.”
Keskîn bi xwe bawer dike ku ew ê ji heqî rewşa krîzê derkevin: “Ji ber ku ofîsa me girtiye em pirtûkên xwe li mal amade dikin. Xebatkarekî me hefteyê du caran ji bo firotina onlinê diçe ofîsê. Hejmara xwendevanan kêm bûye. Naveroka medya dîjîtal a Kurdî zêde û dewlemend bû. Me jî rûpela xwe ya youtubê zindî kir, nivîskaran ji berhemên xwe hinek parçe xwendin. Arşîveke baş çêbû. Hêvî dikim ku ev bibe destpêkek. Di rewşeke zor re em derbas bibin jî ez bawer dikim, em ê ji heqî wê derkevin.” AMED