Piştî êrişên bi roketan ên hefteyên dawî yên li dijî navendên dîplomatîk û leşkerî yên Emerîkayê yên li Iraqê, rêveberiya Washîngtonê destpêkê li milîsên alîgirê Îranê xist. Di 29’ê Kanûnê de Hêzên Hewayî yên Emerîkayê li pênc kampên Tûgayên Hîzbûllahê yên ser bi Haşdî Şabî yên li Iraq û Sûriyeyê xist, piştre jî 25 milîs kuştin ku fermandar jî di nav de hebûn. Beriya vê êrişê li dijî baregeheke DYE’yê ya li Kerkûkê êrişeke bi dehan roketên katyûşa hate kirin û wezîfedarekî Emerîkî yê bi peyman miribû.

Di 31’ê Kanûnê de Tûgayên Hîzbûllahê û hin komên milîsên Şîa careke din êrişî Sefaretxaneya Bilind a Emerîkayê kirin. Herî dawî di şeva 2-3’ê Çileyê de Washîngtonê li balafirgeha Bexdayê li konvoya Fermandarê Hêza Qûdsê ya Îranê Qasim Silêmanî xist. Du wesayit bûn hedef. Di encamê de Qasim Silêmanî û Fermandarê Tûgayên Hîzbûllahê Ebû Mehdî El Muhendîs jî di nav de 5 Îranî û 5 Iraqî mirin.

General Silêmanî hem li welatê xwe hem jî li derveyî welatê xwe yek ji kesên herî girîng ê Îranê bû. Operasyonên derve yên Îranê bi rê ve dibir. Di mezinbûna bandora Îranê ya li Rojhilata Navîn de para wî girîng bû. Têkiliya Tehranê ya bi Hîzbûllah a Lubnanê, hikumeta Beşar El Esad û milîsên li Iraqê xurt kir. Hêzên Qûdsê di heman demê de bi Hamas û Îslamî Cîhad ên li Filistînê û milîsên Hûsî yên Şîa yên Yemenê re têkilî danî. Hucreyên li Lubnan, Azerbaycan, Efganistan, Bahreyn, Sûriye, Yemen, Hindistan, Tirkiye û gelek herêmên din ên dinyayê belav bûn bi Hêzên Qûdsê yên bi serkêşiya Silêmanî ve girêdayî ne.

Kî bi rastî wê çi bike?

Rageşiya navbera DYE û Îranê, piştî ku DYE di Gulana 2018’an de bi rengekî yekalî xwe ji peymana nukleerê vekişand û pêkanînên giran li Îranê ferz kir mezin bû. Lê belê piştî kuştina Silêmanî ji Îranê bi rojane dengê tolhildanê bilind dibe. Ji ber gefên her du alî li hev dixwin, metirsiya şerekî nû rû da. Hîn nayê zanîn ku Îran wê bi çi rengî bersivê bide. Rejîma Îranê ragihand ku di dem û cihê guncaw de wê toleke giran bê hilanîn. Îran Emerîkayê terorîst îlan dike; sond dixwe wê Îsraîlê ji nexşeyê rake û Emerîkayê jî li herêmê tarûmar bike. Parlamenta Iraqê jî di 5’ê Çileyê de ji bo derxistina hêzên biyanî ji Iraqê biryarek stand.

Lîderê Şîa yê Iraqî Mûqteda Sadr piştî kuştina Silêmanî hêza milîs Artêşa Mehdî ji nû ve çalak kir bi gotina “Vîetnameke nû” gef li DYE’yê xwar. Herçiqasî şeva din hate gotin Emerîkayê hêza xwe ji Iraqê vekişîne jî paşê ev nûçe weke derew hat ragihandin, lê hat gotin, dibe ku hin hêzên Emerîkayê cih biguherin. Elmanyayê jî biryar da beşekî hêzên xwe ji Iraqê derxîne.

Li aliyê din, Îranê tevahî peymanên der barê xebatên nukleerî de betal kir. Lê serokê Emerîkayê Dunald Trump jî bi twîtterekê got: “Îran wê ti carî nebe xwedî çeka nukleerî.” Li ser vê gotinê, şirove hene û dibêjin, heye ku Emerîka li hin nuqteyên nukleer ên Îranê bide?

 

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

 
 

Pê li hev kirin: 40 kes mirin

   

Li bajarê Kerman ê Îranê di dema merasîma cenazeyê general Qasim Silêmanî de pirr qelebalix bû û mirovan pê li hev kir. Bi kêmanî 40 kes mirin û bi dehan jî birîndar bûn. Ji bo Qasim Silêmanî doh li bajarê wî yê li ji dayik bûye Kermanê merasîma cenaze pêk hat. Lê bi sedema qelebalixiyê mirovan pê li hev kir. Bi kêmanî 40 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn. Ji ber vê jî merasîm hat paşvexistin, û çav li rê ye ku îro cenaze were veşartin.

 

ANF/KERMAN