Seferên hewayî rawestandin
Li dû derengmayîna heqdestên karmendan, hikûmeta Bexdayê biryar da ku seferên navneteweyî yên balafiran ên navbera Hewlêr û welatên Ewropayê rawestîne. Rêveberê Rêya Hewayî ya Navneteweyî ya Hewlêrê Telar Fayik. Li gorî Fayik hikûmeta Iraqê di 22'ê Sibatê de destûr neda seferên kargehên Germania û Hurmuz ên çûn û hatina Swêd û Almanyayê. Hat ragihandin ku seferên li vê xetê hatine rawestandin. Fayik got, "Em nizanin ka kê ev biryar stendiye, Bexda ti carî nabêje ev biryar ji aliyê kê ve hatiye wergirtin. Lê belê Bexdayê destûr nedaye vegera van balafiran li Hewlêrê." Fayik bibîr xist ku beriya niha seferên Lufthansa yên hefteyê çar caran, ji aliyê Bexdayê ve hatiye daxistin û bûye hefteyê du caran.
Mûçe nayên dayîn
Di vê navberê de krîza "heqdestan" a navbera Bexda û Hewlêrê hînê nehatiye çareserkirin. Li Kerkûkê bi armanca şermezarkirina neşandina budçeya ji bo Herêma Kurdistanê, çalakiyek hat lidarxistin. Hat ragihandin ku çalakgeran xwestine herikîna petrolê ya li xeta Kerkûk-Ceyhanê bê rawestandin. Di vê navberê de pêşmergeyên PDK'ê dan xuyakirin ku ev 2 mehin ew nikarin heqdestên xwe bistînin û eger rewş bi vî rengî dewam bike, ewê jiyana wan ser û bin bibe.
Ji Barzanî daxuyaniya tund
Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesût Barzanî di daxuyaniyeke 25'ê Sibatê roja Sêşemê de nerazîbûn nîşanî nedayîna heqdestan da û got, "Ev vê rewşê weke îlana şer a li dijî gelê Kurdistanê dibînin." Barzanî ev daxuyanî di dema hevdîtina bi Sefîrê Bilind ê Tirk ê nû Farûk Kaymakçi û heyeta pê re ya li avahiya bajarokê Selahaddînê da. Serokwezîrê herêmê Nêçirvan Barzanî jî ku di heman rojê de Kaymaçi qebûl kir anî ziman ku nayê qebûlkirin heqdestên karmendên Kurd bên qutkirin. Barzanî got, "Nabe ku hikûmeta Iraqê heqdestên karmendan li hemberî Herêma Kurdistanê weke karteke siyasî bikar bîne. Herêma Kurdistanê êdî venagere û hikûmeta Iraqê jî nikare mîna bajarekî Iraqê li Herêma Kurdistanê binêre."
Peymana Hewlêr-Enqere
Ji ber peymanên petrolê di navbera Bexda û Hewlêrê de krîzeke cidî tê jiyîn. Hikûmeta Navendî ya Iraqê, peymanên Herêma Kurdistanê bi kargehên navneteweyî bêyî erêkirina wê weke "îllegal" dinirxîne. Herêma Kurdistanê jî bikaranîna petrolê weke mafekî destûra bingehînî dibîne. Lê belê peymanên petrolê yên navbera Hewlêr û Enqereyê, krîz kûrtir kir.
HEWLÊR