MÛRAT KÛSEYRÎ / ANF / STOCKHOLM

Komîteya Piştgiriya bi Kurdistanê re ku li navçeya Soderhamn a Swêdê ava bûye, yek ji mînakên herî baş ên piştgiriya navneteweyî ya ji bo Rojava ye.

Şaredariya Soderhamnê ya Swêdê, bi hewldanên Komîteya Piştgiriya bi Kurdistanê re Şaredariya Nisêbînê weke şaredariya dost ragihand. Şaredariya Sodernhamnê ji şandina heyeta çavdêr ji bo hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê heta şandina wesayitên arkujî û ambûlansê ji bo Şaredariya Nisêbînê gelek çalakiyên piştgiriyê tevî komîteyê li dar xistin.

Komîteya Piştgiriya bi Kurdistanê re, van salên dawî giranî da ser karên ji bo piştgiriya bi Rojava re. Bi vê armancê hin çalakî kirin.

Serokê Komîteyê, Benny Gustafsson diyar kir ku piştî ku dewleta Tirk tevî çeteyên xwe Efrîn dagir kir, ew jî civiyan, wan rewş nirxand û biryar da ku giraniyê bidin ser piştgiriya ji bo Efrînê û Rojava.

Ji alîkariyê heta bi agahdarkirinê

Komîteyê hema piştî destpêkirina dagirkeriyê, têkilî bi rayedarên dêrên li navçeyê re danî û li ser komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrînê dike agahî dan. Rahiban jî di ayînên roja Yekşemê de bal kişand ser zext, zordarî, talan û komkujiyên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê dikin.

Dêran li navçeyê bi rêya qumbarayên taybet alîkarî ji Efrînê re berhev kir. Pereyê ji bo alîkariyê hatine berhevkirin, wê dawiya salê ji Efrîniyên li kampan re were şandin.

Komîteyê dawiya meha Îlonê nivîskarê pirtûka “Şoreşa li Rojava” Ercan Ayboga vexwend navçeyê û konferansek li dar xist.

Derky ji bo Efrînê boyax dike

Resama Rojavayî, Wejdan Derky ku li bajarê Sundsvallê dimîne, bi hewldana komîteyê li navçeyê çalakiyeke hunerî kir. Derky diyar kir ku ji ber zextên rejîma Baesê ew neçar maye li Swêdê daxwaza penaberiyê bike.

Derky piştre dest bi çêkirina resmekî xemgîn kir. Her ku boyax kir, ronahî û hêvî kete şûna xemgîniyê.

Midûriyeta Çandê ya Şaredariya Soderhamnê, ev tablo ji bo alîkariya bi Efrîniyan re bi 15 hezar kronî kirrî.

Li bîllboardên elektronîk ên bi 15 metreyan bilind û 5 metreyan fireh jî 4 rojan nivîsa “Derky ji bo Efrînê boyax dike” cih girt.

Komîteyê tevî Komeleya Jinan a Arî bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê jî ji bo xwendekaran çalakiyek organîze kir. 65 hezar kronên di dema çalakiyê de hatin berhevkirin jî radestî yek ji fermandarên YPJ’ê ya hatî serdana Swêdê, Nesrîn Abdullah hatin kirin.