Ji şêniyên gundewarê Çilaxayê, Mehmûd Ehmed ji ber krîza vîrusa koronayê li gorî pêşniyaza Rêveberiya Xweser xwe li mala xwe diparêze; lê ew betal jî namîne. Wî ev dema krîzê bi kar anî da ku aşekî hilberîna elektrîkê li ser rûbareke piçûk çêke. Li gorî nûçeya Îsam Abdullah û Kelsûme Elî ji ANHA'yê re çêkirî, Mehmûd Ehmed ê ji gundê Abrayê, ev aşê hanê daniye ser rûbara nêzî mala xwe danî û elektrîka ji bi rohnîkirina mala xwe pêwîst jî pê hildiberîne. Ehmed dibêje, bi a,sê wî çêkirî çerx digere û çerx jî jeneratorê digerînin û elektrîk tê hilberîn. Ji bo aşê xwe yê avê wî şanzde sacên metal bi kar anîne. Wî ew sac jî ji depoyên metal ên avê çêkirine. Her çî aku, baterî ne û pêre lewlebên metal in, wî ji tiştên kevin ên berê li cem wî hebûn, çêkirin. Kurekî wî jî bi wî re bûye alîkar ji bo bicihkirina aşî. Niha bi vî aşê elektrîkê ew dikare 25 voltan elektrîkê hilberîne, ew dixwaze vê bi pêş bixe û bike 220 volt, da ku elektrîka tevahiya malê pê misoger bike. Mehmûd Ehmed bang li aliyên têkildar ên Rêveberiya Xweser jî dike da ku ji herikîna ava çeman sûdê wergirin û elektrîkî hilberînin. QAMIŞLO