Rojnameyek; li surgunê, li welatekî Ereban, li bajarekî ku niha jî qiptî, Ereb, çend binemalên Kurd, hindek suryanî û mirovên ji millet û baweriyên cuda ên olî lê dijîn; li Qahîreyê dest bi weşanê dike. Navê wê Kurdistan e, xwediyê wê Mixdat Mîthet Bedirxan’ê ji binemala Bedirxan’iyan e; Bedirxan’iyê ku li tevî Mîrektiya Botan, binemaleke boş, Birca Belek, dewlemendiyeke gellek, û hişk û terê xwe di oxira Kurd û Kurdistanê de kirin pûşê ber devê êgir.
Peşiyan gotine, ‘ga dimire çerm dimîne, mêr dimire nav dimîne’!
Kitek ji Bedirxaniyan nemîne jî, wan; bi liv û tevgera xwe ya siyasî, rewşenbîrî û edebî navek li dû xwe hiştin, ku ew nav û bizav ne ji dîroka siyasî, ne jî ji dîroka rewşenbîrî û edebî ya Kurdan nayê maliştin: Mîrektiya Botan, Rojnameya  Kurdîstan, Serokatiya Xoybûnê, Alfabeya Kurdî, Hawar,  û hwd.
Di bernameya ku di çarçoveya Tuyab’a Amedê a ji hêla Weşanxaneya Lîsê ve hatibû amedekirin de, nivîskarê hêja Teymûrê Xelîl ji bo ku ‘bîra’ me nû bike, di axaftina xwe ya derbarê Wêjeya Kurdên li Ermenistanê de, piştî têbinî û agahiyên dorfereh, bal kişand ser serencama Alfebeya Kurdî/Latînî, û got‘ beriya Celadet Bedirxan Elfabeya Kurdî-latînî ji hêla İshaq Marogulov û  Erebê Şemo ve hatiye amedekirin,û ev alfabe sala 1928ê ji layê Bo Kêmaran Lîcneya Pêkanîna Alfabeyan hatiye pesendkirin.
Di vê babetê de hinek bi dudilî tevbigerin jî, Teymûrê Xelîl bal kişand ser pêweniya di navbera Kurdên li Qafkasan û C. Bedirxan, û got, ‘ Di jimara 8.emîn a Hawarê de Herekol Ezîzan( ku Celadet bi xwe ye) bahsa alfabeyê û Rojnameya Riya Teze dike’.
Celadetê Bedirxanî, bo zarê Kurdî beriya bi tena serê xwe alfabeyekê dahêne, em dizanin ku bi Tewfîk Wehbî re dikeve têkiliyê. Mebesta vê têkilêiye ev e: Li gel sorînaxêvan pêkanîna alfabeyeke yekgirtî.
Ji bîranînên Cegerxwîn(ku yekem mamosteyê pişka Kurdî/kurmancî ye li Zanîngeha Bexdayê) û helwest û hewldan û peyvên birêzên hevpahrên hişmendiya Tewfîk Wehbî ên wekî Şêrko Bêkes, Refîk Sebr, Ferat Şakelî û cenabin din; têt zanîn, ku hem di mijara zimanekî yekgirtî,û hem jî di dabaşa bikaranîna alfebeya latînê de axiverên kurmanciya jêr, ango soranî wekî duhî îro hişk in, req in!
Bi dîtîna min; vatiniya rewşenbîrî ya yekem, dûrbînî ye.
Ya duyem jî; ew e ku meriv berjewendî û dahûtûya netewekî di ser her cure daxwaz û arûzeyên takekesî, komî û hizbî re bigire…
Wisa dixuye, di vê babetê de ev peyva pêşiyan her tiştî rave dike: Hundir bi qurbana derve be!
Ku em wegerin ser mijara xwe:
Riya Teze jî rojnameyeke ku ji salên 1930 ve di nava sînorên Ermenistanê de bi destê Kurdan têt weşandin e.
Ev rojnameya ku Partiya Qominîst destûra weşanê didiyê, carinan hatibe astengikirin, bi qedexeyê re rûberû bûbe jî, heta hilwaşina Sovyetê jiyana xwe ya weşanê berdewam dike.Lê mixabin; rojnameya ku temenê wê 80 sal e, niha, ji devla ku heftiyê du caran bête weşandin; heyvê carekê diweşe, digihe ber destê xwendevanên xwe.
Pêşiyan gotine, ‘ yê hindikî bide ji dil dide, yê gelekî ji mal dide’.
Û gotine, ‘ ku ker bikeve terî pahra xwedî ye’!
Ez bi xwe, deh ji sedê pirtukên xwe yên ku wekî telîf ji weşanxaneyan digirim, bi pirtuka nû ‘ Gorî û Bindest’* re wekî alikarî û piştgiriya Riya Teze, dê terxan bikim.
Ya hûn?
Hûn nivîskar, maldar, sermayedar, Kurdperwer, Kurdîperwerno…hûn?

*Gorî û Bindest, Vebêjî,
Weşanxaneya Ronahî, 2012