Kovareke li ser moda û makyajê bi kurdî bi navê Kubarê dest bi weşana xwe kir. Edîtoriya wê jî got, "Silav û rêz ji we re canik û camêrino. Hejmara me ya ewil di destê we de ye. Kubar dê wekî e-kovareke derheqê moda, makyaj û her tiştê têkildarî jiyanê de weşana xwe bidomîne.

Daxwaziya me ev e ku hûn bi kêfxweşî bixwînin. Armanca me ev e ku em modaya cîhanê û ya kurdan nîşan bidin. Bêguman kêmasiyên me gelek in di vê mijarê de. Em bawer dikin ku em dê bi pêş bikevin. Hûn dikarin ji bo nivîs û pêşniyazên xwe bi kubarkovar@gmail.com re têkilî deynin."

Piştî van agahiyan jî mijarên hejmara yekê eşkere dike: Şêwaza Xeftanan, Bedil, Kum, Diyet, Sersal, Trendm, Instagram, Makyaj, Dekorasyon, Favoriyên Mehê, Kê Li Xwe Kir?, Bijarteyên Kubarê, Pêşniyaz, Kubarê/a Mehê, Pirsiyarname.

Em jî li ser navê PolîtîkAzadê dibêjin, ji Kurdî re li ser xêrê be.

 

NAVENDA NÛÇEYAN