Her kes baş dizane ku ev glaudioya xwînxwar ya wek destdirêjahiya serkarên Tirk e, li Parîsê xwedanê bingehekî dîrokî ye. Berê li dij hin muhalîfan, li pey jî li dij ASALA û hin saziyên ermeniyan hatin birêkxistin. Di van salên dawiyê de jî sentêza Tirk-îslamên wek gulencî pal avêtin vir, meşên taybet li Parîsê li darxistin. Li Tirkiyê, Suryî, li her derê têkiliyên vê serkariya Tirk û hin komên îslamîstan jî pêş ketin. Ji bo anora Tirkan glaudioya wan rengekî din wergirt.
Li aliyê din ev deme ke dirêje ku di zimanê rayedarên serkariya AKP ê çapemeniya wê de mijarên operasyonên pindî (nokta operasyonu) derkete pêş. Heta di vî warî de hate gotin ku wê bi tevê amêrîkayê di nava hevkariyê de vê pêk bînin. Ji bo vê jî di nîqaşên li ser butça salane de jî çûyînên ji bo karên tarî zelal bû. Artêşa pispor, yan jî hêzên taybet ku vê havînê hate ceribandin jî tê zanîn.
Dewleta Tirk ta vê roja me, li pey her cinayetên bi xwe pêkaniye, ku piraniya wan zelel bûn, tim di gava yekemîn de bi tevê çapemeniya xwe bê lêkolîn û belgeyek, bi awayê pêşdarazî tewan li Tevgera Azadî yan jî li hêzên din barkirine. Di vê mijarê de jî, hem çapemeniya serkariya AKP û hem jî berdevkê partiya AKPê bêku li benda daxuyaniya lêkolînên li ser vê komkujiya Parîsê rawastin ev wek kuştineke navxweyî derxistin pêş, ev jî gelek baş zelal dike ku ji berê ve haya wan ji vê kujêriyê heye, ango organîzator ew in.
Em baş dizanin ku di giyana Tirkayetiya hatiye afirandin de armancên emperyalîstî hatine çandin. Serkariya AKP ê jî bi wê hewesê li Rojhilata Navîn kete nava hewldanan û her der ji bo vê armanca xwe tevlihev kir. Ji ber vê armanc û hewesa emperyalîstî wan jî hin saziyên dizî wek CIA avakirine. Dibe ku ew hêza sîxuriya çaran ya ku Fetullah behsa wê dike jî, ev saziya wan ya dizî be, ku ew wek glaudioya Tirk a dervayê welêt tê zanin.
Ji roja ku behsa têkiliyên hevdîtinên bi birêz Ocalan re derketiye pêş vir de em dibînin ku, rojnamekar, kolomnîst, qaşo rewşenbîr û rayedarên Tirk yên di qada siyasetê de, bi giştî yek: Biwêja „anora Tirk“ derdixin pêş û wek benîşt dicûn. Dibêjin; „divê anora Tirk neyê êşandin! Were razîkirin!“ Gelo anora Tirk bi çi razî dibe? Bi êşandin û ezakirina nav û dilê gelan, bi kuştin, talankirin, yan jî çawa hin siyasetmedarên Tirk bi aşîkarî gotin, beramberê her leşkerekî Tirk deh Kurd kuştinan? Ango dê bi van kuştinan anora Tirk were razîkirin. Dibe ku ev kujêriya li Parîsê bi vî armancî hatibe kirin?
Ya duyem; di vê mijara hevdîtinan de dibêjin; „hedef terorê ji holê rakirin e. Ji xwe hê jî wan wê pilana Srîlankayê ji rojeva xwe dernexistine, şev û roj bi wê xeyalê dijîn, tenê li benda firsendê ne. Gelo ev plana B ya vê stratejiyê ye?
Kêmasiya me
Ax ji derdê me! Li tevahiya Ewropayê, hemû saziyên me wekî dergaha Mewlana ji her kesî re vekirîne. Tew xema me nîne ku dijmin bi her awayî me dorpêç kiriye û planên xiniz wek kemîn danîne pêş me. Ev gotina dijmin jî nayê bîra me: „Av radizê, lê dijmin ranazê!“
Rayedarên me yên divê bên parastin, wek kesên ji rêzê li her derê serbest digerin, tu parastin li dora wan tune. Gelo çima ev gohfiretî? Em bi çiyên xwe bawer in? Ma dijminê me dijmineke camêr û merd e? Emê kengê vê sistî, gohfiretî, bêcidiyetiyê li cih bihêlin? Di vê kuştinê de em jî tewanbarin, ku parastina wan stêrkên asûmanê Kurdistanê heba, dê firsend neketa destê wan xwînxwaran.
Banga min li hemû rayedaran, li henû komal û saziyan, êdî bes e! Komalên xwe, saziyên xwe bi şev û bi roj biparêzin! Wek dergaha Mevlana rê nedin her kesî ku têkevin komaleyên we.
Silavekê li her sê Stêrkan
Sê stêrkên berê li Kurdistanê wek serfiraziya siberojê çirûsîn
Sê kulîlkên asmînên ku li lûtkeyê Munzur, Nêrhaq û Zagrosan vedabûn,
Sê hêviyên ku di dilê Kurdistaniyan de hêlîna xweşikiya gernasiyê avakiribûn
Herikîn ber bi gerdûnê ve
Sê tirîjên bi ramanên baş, gotinên baş û karên baş ber bi dîvanî heq ve meşiyan
Sê canên bi destê kujêrên Pîr Sultanan, Baba Mansûr û dehezaran şehîdan ve hatin kuştin, teyîsîn ber bi kûraniya dil ve
Wê di bîra me, giyana me û tekoşîna me de her hêza me be, ew stêrkên ber bi roşta Heq xwiricîn!
Kujêr anora Tirkayetiyê ye
Li Parîsê li warê cinayêtên Çatli û yên wek wî, bi giştî glaudioya Tirk a dervaye welêt, dîsa bi destê anora tikayetî ya ku Tirk bi xwînxwariya wê serbilindin, bi awayekî hovane xwîna sê stêrkên Kurdistanî hate rijandin.