Serokwezirê Tirk Ahmet Davutoglu di çarçoveya hevdîtina plankiri yen di navbera hikûmeta AKP’ê û ya Angela Merkel de duh serdana paytexta Almanya Berlîne kir. Li ser vê serdanê Kurdistaniyên li Berlîn, Hamburg ji di nav de ji gelek bajaran û gelek aliyên demokrat mirovhez û çepgir ji bo protestokirina serdana Davutoglu saet di 11.00 an de li pêşiya Serokwezareta Almanya li hev kom bûn. Di heman demê de komek ji akademisyenên Alman jî ji Zaningeha Humboldê dest bi meşê kirin. Koma zanistan li gel antifaşîstên Alman û girseyeke qelebalix piştî meşeke dirêj gihîştin ber Serokwezareta Almanyayê û tevlî girseye bûn.

Girseya pankarten li ser: “Davutoglu tu bi xer nehati”, “Kujer Erdogan” û hwd. nivîsandî bilindkirin. Her wiha bê navber diruşmên, “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Tolhildan”, “Davutoglu bicehime”, “Diktator Erdogan”, “Li dijî faşîzmê eniya yekgirtî”, “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e gel li vir e” bênavber qeriyan.


Ji akademîsyenan nerazîbûn

Beşdarên çalakiya protestokirina terora AKP’ê û serdana Davutoglu nerazîbûnên xwe yên derbarê mijarê de bi me re parve kirin: 

Akademisyen-dîroknas Ralf Hoffroge: Bi hefteyan e ez gelek bi hêr û xemgîn im. Nexasim jî ji ber alîkariya ku dewleta Alman dide Erdogan û AKP’ê. Em tev jî baş dizanin ku ew 3 mîlyar Euroyê dayin we nedin penaberan û ew wê li şer xerc bikin. Ev siyaset ji kok ve şaş e. Ev wê li ber hatina penaberan nebe asteng. Eger ev şer li Kurdistane berdewam bike dê bi milyonan penaber bere xwe bidin Almanya û Ewropayê. Dive demildest ev şer bê sekinandin.

Bi taybetî jî dixwazim sekna serbilindî ya akademisyenên Tirk silav bikim. Ev cihê rumetê ye. Ez dîroknas im û em baş dizanin ku Almanya ji di dema Hîtler de ev kirin û kampanyayên girtinê li ser zanistan pekdianîn. Niha heman politika li Tirkiyeyê li dar e. Ji ber wê jî divê em denge xwe bilind bikin.

Di dema şerê yekem ya cîhanê de ji hikûmeta Alman ji zanistan re digot ji bo dewleta xwe kar bikin, wek leşker bixebitin. Li gori xwe pispor digihandin. Ve gavê jî dewleta Tirk dixwaze heman politîkayê bikar bîne, zanistên dewletê biafirine û azadiya derbirina ramanê ji holê rake.

Me li Almanya împaratorî dît, dîktatorî dît, faşîzm dît. Em baş dizanin ku ev çi tine serê gel û cihanê. Lewre em naxwazin ne li vir û ne jî li ti derên cîhanê ew rejîm careke din bivejin û werin desthilatdariyê.

Cihe dilşadiyê ye ku zanist û hunermenden Alman li diji rejima Erdogan û AKP’ê, li dijî şerê li Kurdistanê dengê xwe bilind dikin. 


Abdullah Ateş (Eniya Gel): Em ji bo rûreşkirina Davutoglu û kabîneya wî li vir in. Ew li Tirkiye û Kurdistanê bi şerekî qirej re rû bi rûne. Temenê vî şerî ne diyar e. Ji bo tunekirina gelê Kurd çi ji destê wan bê wê bikin. Em wek Eniya Gel li Tirkiyeyê, Kurdistan û li her derê cîhanê li cem gele Kurd in û emê li têkoşîna xwe jî berdewam bikin. Kurd û hêzên şoreşger ti car teslîm nabin. Dîroka Kurd û ya gelên Anatolyayê tim bi berxwedanê hatiye nivîsandin. Emê bi yekîtiya gelan vê faşizma AKP’ê têk bibin.


Nadin Ozkan: Ez ji bo beşdarî li têkoşîna azadiya Kurdistanê bikim li vir im. Divê ev terora dewletê ya Erdogan demildest bê sekinandin. Ew sivîlên di dorpêçê de ji destê wan bên rizgarkirin. Ev çi hişmendî û pergale ku zarokên yek mehî, kal û pîran, jinên ducanî dikujin. Cenaze bi hefteyan li erdê dimînin. Nan, av û elektrîka gelan hatine birin. Ez wek Almanek şerm dikim ku niha kujerekî gelan li vir e, li welatê min e. Merkel jî hevpar û hevala wan e, alîkariya wan dike. Dive ev alîkarî be birin û Tirkiye neyê finanse kirin. Her bijî Kurdistan, azadî ji bo Kurdistanê.


Sevîm Dagdelen  (Die Linke): Niha ev hevdîtin û serdana Davutoglu ji bo Almanya jî pir şaş e. Ev tê wateya ku em bê qeyd û merc wan destek dikin. Merkel dibêje em bi hikûmeta AKP’ê re li ser têkoşîna li dijî terorê diaxivin. Lê ew jî baş dizanin ku di salên dawî de herî zêde AKP û Erdogan terora DAIŞ‘ê destek kirin, li Tirkiyeyê hewandin, bi çek û xwarin kirin, di sînoran re derbas kirin. Serbest berdan, birîndarên wan tedawî kirin. Ew ne li dijî terorê, li dijî PKK û YPG’ê şer dikin. Bi milyonan bombe diavejin û gel tine dikin. Yên bi rastî li dijî terorê şer dikin PKK û YPG ne. Ev polîtîka ne li gorî rumeta hikûmeteke demokrat û lîberal e.  Dixwazin alîkariyê bidin AKP’ê û çavê xwe ji kuştina gelê Kurd re digirin da ku Tirk ji re li ber penaberan bigire. Lê ev di rastiyê de li dijî mafê mirovan û demokrasiyê ye, şermeke mezin e. Ev kiryarên li dijî zanistan têrî dike ku Almanya Davutoglu red bikira.

Hakan Taş (Die Link): Ev di çarçoveya hevdîtinên di navbera her du hikûmetan de tê kirin. Duh jî ji aliye zanist û hunermendên Alman ve bang hatibû kirin ku şer bisekine û alî demildest li maseya muzakereyan vegerin. Em hêvî dikin ku di hevdîtina îro de xanim Merkel vê babetê jî bîne rojevê û ji bo rê li ber terora dewletê bigire gavekê biavêje.

Sevahîr Bayindir (Parlamentera berê ya BDP’ê): Em ji Hamburgê hatin. Em dixwazin balê bikişînin ser terora li dij gel û hatina Davutoglu rûreş bikin. Gelê me dest neavetiye mafe kesî, lê ev êrişên dijmirovî dibin sedema qirkirina gelê me. Divê hikûmeta Alman jê ve bibîne û li gorî wê biryarê bide. Divê gelê me nekin qurbana berjewendiyên xwe. Û her çi dibe bila bibe ji wê berxwedana gelê me bi ser bikeve.


YEKO ARDIL/BERLÎN




Li Ewropa çalakiyên bê navber



Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, ji bo balê bikişînin ser terora dewleta Tirk a li Kurdistanê, çalakiyên xwe didomînin.

VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, terora dewleta Tirk a li gelemperiya Bakurê Kurdistanê bi taybetî jî li Cizîrê, ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hat şermezarkirin. Çalakiya li Stephansplatzê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Viyanayê, li ser pêvajoyê axivî. Qisekeran gotin, “Divê Erdogan, AKP û çeteyên wan baş bizanibin; serketina gelê Kurd nêz e.”

HANNOVER: Li bajarê Elmanya Hannoverê, konê ji bo agahdarkirinê hat vedan di roja 2. de ye. Li vê derê, bi sedan belavok hatin belavkirin û berxwedana li Bakurê Kurdistanê ya li dijî faşîzma AKP’ê hat vegotin

FREÎBÛRG: Bi armanca şermezarkirina komkujiyên rejîma AKP’ê li Kurdistanê dike, li bajarê Elmanya Freîbûrgê Komuna Jinê ya Nûda meşek organîze kir. Girseya gel a li Kartoffelplatzê destpê kir, bi pankart û wêneyan ber bi navenda bajêr ve meşiya.

HAMBÛRG: Li bajarê Elmanya Hambûrgê bi pêşengiya Ciwanên Azad çalakiyek hat lidarxistin. Bi dehan ciwan li navendeke bazarê ya Hambûrgê li hev civiyan û hem komkujiyên li Kurdistanê hem jî êrîşkarên di pîrozbahiya sersalê de tacîz kiribûn, şermezar kirin. Ciwanan dûre çalakiya bêîteatiya sivîl lidar xistin. Bi dehan ciwan ketin hundirê HBF a Hambûrgê û çalakiyek pêk anîn.



 NAVENDA NÛÇEYAN