SELMA AKKAYA / PARİS

Komkujiya 9´ê Çileyê ket sala 7´an. Di komkujiyê de ji damezrînerên PKKê Sakîne Cansiz (Sara), endama KNKê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama rêxistina ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) li Parîsê şehîd bûn. Saziyên Kurd dixwazin hêzên li pişt vê komkujiyê bêne eşkerekirin û ji bo vê careke din li ber Rue La Fayetteyê bûn.

Saziyên Kurd dixwestin di salvegera komkujiyê de li ber Buroya Enfermasyona Kurd ku komkujî lê hat kirin, meşekê organîze bikin, lê ji ber greva li Parîsê ev hat betalkirin. Li şûna wê sazî û dezgehên Kurdistanê li ber Buroyê hatin cem hev. TJK-E, KCDK-E, CDK-F, FEDA û Jinên Ciwan ên azad destgul danîn ber buroyê. KNK, MERAP, FEDA û saziyên din ên herêmê jî amade bûn. Saziyan bê edaletiya Franseyê şermezar kirin.

Li ser navê TJK-Eyê Besîme Konca axivî û got, di ser komkujiyê re 7 sal derbas bûn. Hê jî ceza nehatiye dayîn û ev nayê qebûlkirin.

Bavê Leyla Şaylemez, Cumalî Şaylemez jî got, Qaşo ji vir re dibêjin warê demokrasiyê. 7 sal bûn, fedî bikin. Ji vî gelî lêborîna xwe bixwazin, eger we çavê xwe lê negirtibûya ev komkujî pêk nedihat. Hûn ê bi vê şermê bimînin.

Piştî ku nûnerên saziyên din jî axivîn ji bo beşdarbûna meşa 11´ê Çileyê bang hat kirin.