Parlamenterê HDP’ê yê berê Ferhat Encu têkiliya di navbera komkujiya li Roboskê û li Til Rifatê de destnîşan kir û got, berpirs yek in.
Encu bi bîr xist ku Kurd sedsalek e, têne kuştin û got, ji ber ku em hesab napirsin komkujî dewam dikin û qala rêbazên hesabpirsînê kir.
AHMET KANBAL/MUJDAT CAN / MA/ŞIRNEX
Di 28’ê Kanûna 2011’an de balafirên artêşa tirk ên tîpa F-16 Roboskê bombardûman kirin û 34 welatî hatin kuştin, 19 jê zarok bûn. Di 2’ê kanûna 2019’an de jî Artêş Tirk û çeteyên xwe li herêma Şehbayê Til Rifat dan ber topan. Di êrişê de 10 sivîl hatin kuştin û 8 jê zarokên temenê wan di navbera 3 - 15 salî de bûn. Têkildarî komkujiya Roboskê û Til Rifhatê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Ferhat Encu ku di heman demê de gelek xizmên wî di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn, axivî.
Berpirsiyar heman kes in
Encu, destnîşan kir ku berpirsiyarê Komkujiya Roboskê û Til Rifatê heman kes in û wiha got: “Ev encama wê polîtîkayê ye ku li dijî gelên Rojava ye û bi armanca qikirinê ye. Di vê polîtîkayê de heq, hiqûq mafê mirovan û demokrasî tineye. Bi temamî dixwazin demografiya herêmê bigurînin. Dixwazin bi zorê gelê herêmê bidin koçberkirin û mirovên xwe li herêmê bi cih bikin. Piştî komkujiya li Til Rifatê wêneyên di çapemeniyê de hatin weşandin, duyemîn bûyera Roboskî raberî me dike. Yên li Til Rifatê komkujî pêk anîn, kesên li Roboskî komkujî pêk anîn e. Yên bi heman ferasetê ev komên çete xwedî kirin, îro ev çeteyên bi destê kujerên Roboskê mezin bûn li Til Rifatê komkujî kirin. Berpirsiyar heman feraset û heman kes in.”
Qîrîna dayikan yek bû
Min bi xwe, di sala 2011’an de ev kişand. Qerîna dayikên li Til Rifatê û qerîna dayikên Roboskî yek bû. Her bedenek li wir li erdê hatibû dirêjkirin wekî bedena birayê min û xizmê min hat berçavê min. Bi taybetî nêzî salvegera Roboskî ev bûyer pêk hat. Êşa me bêtir tev rakir. Di vê mehê de tenê komkujiya Roboskî pêk nehat. Gelek komkujî pêk hatin.
Wê hesab ji te bipirse
Dibe ku berpirsiyar û saziyan îro li gorî xwe Roboskê bincil kiribin. Lê yên ev sûc kirine di wîcdanê civakê de hêj sûcdar in û hêj nehatine cezakirin. Heta hesab neyê pirsîn em ê şopdarê wê bin. Komkujiya Til Rifatê jî wê bê hesab nemîne. Ev êriş ne tenê li dijî Til Rifatê pêk hatiye. Li dijî gelê Rojava hemûyî pêk ketiye. Ev êrişa li dijî Statuya gelê Kurd e. Ger ku em hesap ji komkuiyekê nepirsin, em rê li pêş komkujiyek din vedikin. Ji ber kujerên Roboskî nehatin darizandin û cezakirin îro ev komkujî pêk hat. Komkujiyên li Cizîr, Silopi, Hezex, Şirnex û Surê pêk hatin, encama polîtîkayên bêcezakirinê ye. 100 salin tişta hatiye serê me hesabê wê nehatiye pirsîn. Ger ku em bi rêyên hiqûqî û demokratîk hesab bipirsin, ev bûyer dubare nabin.
Em ê vê bibêjin, ger ku tu gel qetil bike, gel jî wê hesab ji te bipirse. Niha ne tenê bi awayekî fîzîkî komkujî heye. Komkujiya siyasî û civakî jî heye. Tayînkirina qeyûm mînaka vê yekê ye. Divê li djî van komkuiyan em muxalefeta civakî û demokratîk pêş bixin û mezin bikin.”