Adara îsal Sefîn Nahmann ê 22 salî li Hannoverê li hola şahiya dawetekê de, Şîlan H. ya 21 salî qetil kiribû û paşê jî reviyabû. Sefîn Nahmann piştî bi çar mehan li ser Facebookê peyamek weşand. Li ser vê yekê niha pirs tên kirin ka Polîs wê karibe kujer Sefîn Nahmann bigire yan na. Di pedana li ser Facebookê de Sefîn Nahmann bi Elmanî dinivîse û îdîa dike ku qetilkirina dotmama wî karekî navmala wan e û serê kesî pê naêşê. Wî îdîa kir ku kesên jê re gotine bêrûmet, nizanin ka mesele çi ye. Balkêş bû ku qatilê u xwe weke rûmetdar dixwaze nîşan bide, her weha dibêje, ew amade ye cezayê wê kuştin jî be bi cezayê xwe re rûbirû bibe.Rojnameya Elman Bild jî li ser bûyerê bi bavê Şîlanê re Ghazî re peyivî û wî ji rojnameyê re got, “Hele ew ji bo her cezayî amade ye, çima, nayê xwe teslîm nake? Wî keça min kuşt.”
HANNOVER