Kulîlka azadiyê


'Me destûr neda û em destûrê nadin'
Tamur, anî ziman ku keça wî keça wî jê re wiha got: "Çeteyan digot dê îro li wir nimêj kiriban. Berê xwe bidê bavê me destûr neda bikevinê û em destûrê nadin bikevên jî." Tamur, da zanîn ku dema li sînorê Pirsûsê ji bo çeteyên DAIŞ'ê sînor derbas nekirin nobet digirt agahiya şahadeta keça xwe girt. Tamur, bilêv kir ku di hevdîtina bi keça xwe re kir hîs kir ku keça wî gelek keyfxweş bû û wiha got: "Ez ji bo piştgiriyê bidim berxwedana Kobanê li sînorê Pirsûsê bûm. Min xwest ez sînor derbas bikin û biçim Kobanê lê leşkerên Tirk destûr nedan. Roja cejnê dema ez li sînor bûm Delîla li min geriya. Ji min re got, 'Çeteyan digot dê îro li wir nimêj kiriban. Berê xwe bidê bavê me destûr neda bikevinê û em destûrê nadin bikevên jî.' Gelek keyfxweş bû. Ji ber ku wê di şeva cejnê de berxwedaneke gelek mezin nîşandabû. Keça min ji min re got ew li çeperê Miştenurê ye û bi durbûnê welatparêzên sînor dişopîne. Weke li ber çavên min bû. Çepera ew lê me jî didît."
Tamur, destnîşan kir ku 5'ê cotmehê serê sibê bi telefonê li keça xwe geriya lê telefona keça wê girtîbû û di roja duyemîn a cejnê de careke din li keça xwe geriya endameke çeteyên DAIŞ'ê bersiva telefona wî da û tiştê wê rojê jiyîn wiha vegotin: "Roja duyemîn a cejn min careke din lêgeriya. Zilameke Erebî diaxivî bersiva telefonê da. Piştî min fêm nekir telefon da kesekî din. Kesê telefon girtî bi Kurdiyeke xiraba got, 'Gîzîke mir em DAIŞ in' Li ser vê yekê min telefon girt. Pişt re ez li hevalan geriyam. Çeteyê DAIŞ'ê cenaze incax li hemberî cenazeyê emirekî yê di destê YPG'ê de bidin dê cenaze bidin. Piştî hewildana bazariyê min telefon girt û careke din telefona keça min venebû." Tamur, da zanîn ku xwîna keça wê ya li Kobanê hatî rêjandin vegeriya kulîlkeke azadiyê.
'Divê gelê Kurd di berxwedanê de be'
Tamur, diyar kir ku Kobanê rûmeta gelê Kurd e û keça wî jî weke hevalên xwe ji bo rûmeta gelê Kurd têkoşîn da û jiyana xwe ji dest da û wiha pê de çû: "Heke Kobanê ketiba destê çeteyên DAIŞ'ê dewleta Tirk, serokomar û serokwezîrê Tirk dê keyfxweş bibe. Dê ji ber keyfxweşiyê ji devê wan kefşîl herikîba." Tamur, anî ziman ku ji bo kesên dixwazi Kobanê bikeve û bi vê yêkê keyfxweş nebin divê gelê Kurd bi can û malê xwe ber xwe bide. Tamur, bilêv kir ku di têkoşîna azadiya gelê Kurd de ji malbata wî 10 kesan jiyana xwe ji dest daye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Kobanê di destê Tevgera Azadiya Kurd de bimîne dê êşa me hinekê sivik bike. 10 şehîdên malbatê hene. Şehîdên gelê Kurd û Rêber Apo ne."
'Gelo tu dikarî ji zarokên xwe veqetî?'
Dayika şervana YPJ'ê Tamur Hanîfe Tamur jî hevdîtina dawî ya bi keça xwe re kir wiha vegot: "Min jê re got, 'Heke tu gelek bikevî zorê ji Kobanê derbikeve. Lê keça wê ji wê re got, 'Gelo tu dikarî ji zarokên xwe veqetî? Ez jî li vir ji hevalên xwe venaqetim. Ez li vir pora hevalên xwe şeh dikim. Ez dê li hemberî hovîtiya li vir ber xwe bidim. Hûn niha heqê helal bikin.'"
'Fermandara min, keça min...'
Tamur, diyar kir ku keça wê ji wê re henek kirin û keça wê ji wê re got di pevçûnê de şelê wê çiriyaya û ji bo xwe şelek û ji hevala xwe ji sol xwestin û wiha axivî: "Keça min ji min re got, 'Ez hînî van şelan nebûm. Ji bo min şalvareke HPG'iyan û ji bo hevala min jî sloan bişîne' Lê hêj ew negihiştine wê şehîd ket. Ez hesreta fermandara xwe û keça xwe bi bernameyên di televîzyonê de tên weşandin temaşe dikim di kewînim. Daxwaza min ew e ku cenazeyê keça min ji destê wan hoviyan bê girtin. Bila cenazeyê wê di nava hevalên wê û gelê Kobanê de be."
SAMÎ YILMAZ/DÎHA/COLEMÊRG
