
Malbata wî ji Dersimê ye û ji jenerasyona Kurdên yekemîn e, ku berê xwe dane Ewropa yê. Ew du çar bû şampiyonê boksê û payeya Şampiyonê Sikleta Navîn a Boksê ya Almanyayê bidest xistiye. Di medyaya Almanyayê de bi navê "Deutscher Meister Interconti" deng veda. Boksvanê Kurd kêlî bi kêlî pêşketin a li Kurdistanê dişopîne. Tenê bi şopandinê bi sînor namînê û di her platform û derfetê de dikeve nava hewldanan. Navê wî Îsmaîl Özen e; ew li Almanyayê ji dayik bûye û 33 salî ye. Özen di mehên bûhurî de çûbû Başûr û Rojavayê Kurdistanê. Niha jî dest bi alîkariya xebatên ji bo HDP kiriye.
Özen, têkildarî rêwîtiya wî ya Qendîl, Kerkûk û Kobanê û xabatên wî yên ji bo HDP'ê li Ewropayê dimeşhine nerînên xwe bi me re parve kirin.
Serdana Pirsûsê
Özen di Mijdara borî de çû Pirsûsê. Li wir dîmenekî gelek giran li pêşiya xwe dibîne û hîna jî di bin bandora wê de ye. Hestên xwe yên wê kêliyê wiha bi me re parve dike: "Wê demê şerekî giran hebû, pir cih di destê DAIŞ'ê de bûn û gelê Kurd jî bi şev û bi roj li Pirsûsê ji bo Kobanê di berxwedanê de bû. Ji her derî Kurd herikîn Pirsûsê ve û gelek xemgîn bûn. Ez gelek di bin bandorê de mam. Ez bûm şahidê êrîşa leşkerên Tirk a li dij gelê ku li ber xwe dida. Ez bûm şahidê qetilkirina Kader Ortakaya ya ji aliyê leşkerên Tirk ve. Leşkerên Tirk vekirî têlikî bi çeteyên DAIŞ'ê re didanîn."
Lepikê xwe diyarî Kobanê kir
Piştî Îsmaîl Özen ji Pirsûs'ê vedigere, turneya wî ya boksê dest pê dike. Biryar dide ku heger di turnuvayê de biser bikeve ewê piştgiriya Kobanê bike. Biserdikeve û lepikê xwe yê pê serkeftinê bidest dixe difiroşe û alîkariya ji derdorên xwe ber hev dike ji Kobanê re dişîne. Têkildarî wê pêvajoyê jî Özen wiha dibêje: "Êrîsên DAİŞ'ê tesîrekê gelek mezin li ser min kir. Daxwaza min jî ew bû, ku ez bi xebata xwe bidim destek û min lapikê xwe firotin. Malbateke Alman a gelek zengîn lapik standin û ji bilî wê jî min kampanya alîkarî dest pê kir û bi tevahî 30 hezar Euro ji bo Kobanê gihand hevdû".
Li Kerkûkê serdana gerîlayan kir
Özen rêzegera xwe li Başûr berdewam dike û diçe Kerkûkê çem şervanên HPG'ê yên li eniya şer. Serdana xwe ya li gel pêşmerge û gerîlayan jî wiha bibîrdixe: "Dema em diçûn cihnan pêşmergeyan em hişyar dikirin, digotin hûn dikarin heya wêderê tevbigerin. Dema gerîlayan re dimeşiyan pêşmerge nedibûn asteng. Min dît ku li xweşiya gelek peşmergeyan nedihat ku gerîla li herderî rihet tevdigere û bi gelê Başûr re diaxive. Gelê Başûr jî pir qîmet dida gerîlayan.”
Pirsa me ya mîna, "Li eniya şer qet hûn ne tirsiyan" Özen wiha dibersivîne: "Li wir hewqas jin û şervanên ku bi emir ji min ciwantir hebûn. Jinên 20 salî li wir şer dikirin. Hewqas bi cesaret bû bêtirs tevdigeriyan. Li gel şervanan tirs ne hate bîra min jî."
Ozden destnîşan dike ku PKK ji bo hemû gel û baweriyan têdikoşe û wek mînak bibîrdixe: "Min li Başûr kesekî Alman ê Xirîstiyan dît, ew ji bajarê Berlînê ye û sê sal li Başûr dijî. Wî ji min re got; ger PKK nebûya, kes ji wan heya niha sax nedima”.
Li Qendîlê li nav gerîlayan
Yek ji serdanên ku bandoreke mezin li sporvanê Kurd Îsmaîl Özen dike jî Qendîl û jiyana gerîlayan e. Özen mîna ku heman kêliyan dijî bi kêfxweşî qala serdana xwe ya Qendîlê dike: "Min dît çawa jin û mêr, bi hevre wek heval dijîn. Her tişt li ser rastiyê, bêyî berjewendiyên şêxsî û bê pere. Min di jiyana xwe de jiyaneke bi qedir û qîmet a mîna li Qendîlê nedîtiye. Ji ber ez boksvan im, her roj sporê dikim. Li Qendîlê gerîla jî sporê dike û wuha me bi hevre spor kir û bîraneke gelekî xweş ji min re ma."
Piştî vergerê Özen ket hewldanê, ku raya gîştî û gelê Ewropî ji wan çavdêriyên xwe serwext bike. Özen di hevdîtinên bi siyasetmedarên Alman re her tim nîqaş dike balê dikişîne ser polîtîkayên şaş ên tevgera azadiya Kurd mîna terorîst binav dikin.
Tevlî xabatên HDP'ê dibe
Sporvanê Kurd Îsmaîl Özen ji bo destekdayîna HDP'ê ya hilbijartinên 7'ê Hezîranê jî ketiya nava hewldanan. Özen piştî maça xwe ya dawiya Nîsanê wê biçe welat û tevlî xebata hilbijartinê. Özen plan dike demekê li Stenbolê ji bo HDP'ê bixebite û paşê derbasî Dersimê bibe. Özen hilbijartina 2015'an li Tirkiyê wuha dinirxîne: "Hêza ku karibê li Tirkiyeyê AKP'ê rawestîne HDPye. Dewleta Tirk benda hilbijartinê ji bo astengkirina îradeya Kurdan daniyer. Lê êdî bend jî nikare bibe asteng û di hilbijartinê de suprîzeke mezin çê bibe."
Têkildarî nazetên HDP'ê jî Özen diyardike ku hemû rengên civakê, bawerî û gel têde cih digirin.
Özen ku hewldanên xwe yên ji bo hilbijartinê didomîne li ser girîngiya dengên li Ewropayê werin bikaranîn bi taybetî radiweste û vê bangê dike: "Gerek HDP herî kêm ji sedî 12 bistîne. Ji bo Ewropayê jî herî kêm 400 hezar deng divên. Min li vir jî dest bi xebatê kiriye. Ez hêvîdarim her Kurdek rabe li ser piya û ez bawerim emê di wî warî de jî bi ser kevin. Hilbarjtin gerek girînge, bila her kes bizanîbe, hilbijartina 2015'an dema hebûn û tune bûnê ye. HDP tuyî, tû jî HDP´ê yî!”
LEYLAN UCA/HAMBURG