Kuna ozonê ya li qutba bakur hat girtin
Gerebayekî xurt ê qutbî yê cemidî yê ne adetî, îsal di Adarê de kiribû ku li ser qutba bakur kuneke mezin a ozonê vebe. Kuna Ozonê di salên 1980yî de bûbû yek ji mijarên muhim û di encama tevdîran de mesele di van salên dawî de êdî hatibû ji bîrkirin. Protokola Montreal a sala 1987’an a qedexeya kurewî ya qirêjkerên zirarê didin tebaqeya ozonê, di vê de bi roleke diyarker rabûbû.
Lê îsal kuneke ewqasî mezin li ser qutba bakur çêbû ku berê nehatibû qeydkirin. Sedem jî hem ewr bûn û hem jî gerebayekî sar ê ne adetî yê qutbî bû. Axir piştî bi mehekê ev kuna hanê hatiye girtin. Ev jî bi xêra hewaya têr ozon çêbû ya ku 23’yê Nîsanê karî bi temamî kunê bigire.
Ozon ji bo pêşîgirtina li tîrêjên ji xemrî û wê de yên ku dikarin zirarê li bedena mirovan bikin, bi kêr tê. Ew, yek ji amûrên dinyaya me ye ku van tîrêjan nerm dike yan jî berê wan diguherîne. Amûra din jî meqnetûziya dinyaya me ye ku van tîrêjan ber bi qutban ve dahf dide. Carinan encama vê dibe rohniyên qutban ên rengorengo.
Niha tebaqeya ozonê ya li ser qutba Başûr jî ya ku zirar gelek lê bûye, her serê dehsalekê ji sedî 1 ta 3 baş dibe, lê heta bi 2050’î wê bi temamî weke berê baş nebe. NAVENDA NÛÇEYAN